12 juli 2019

Ji ber ku yek merîye dibê meriv rutbeyên heq nekiriye pê ve neke


Gelek kes tiştên pê ne bawer in, tiştên bi rastî nabêjin û naparêzin û baş zanin ne rast e, li ser Mehmet Dengîr Mîr Firat dibêjin û dinivîsin. 

Tiştên gelek kes bi minasebeta wefata Dengîr Mîr Firat dibêjin ew jî zanin vir in, ne rast in. 


Û heger tu ji wan bipirsî, piraniya wan ewê jî nerastbûna pesnên xwe qebûl bikin. 

Lê gelek însan dîsa jî tiştê zanin ne rast in dibêjin. Ev tiştekî gelekî ne xweş e, bêexlaqî ye
.
Tiştê meriv jê ne bawer be, tiştê meriv rast nebîne dibê nebêje û neparêze...

Ji malbata yê mirî ra sersaxîxwestin tiştek e, pesin û gotinên ne rat tiştekî din e, vir e. 

Dibê meriv ne heqê yê mirî bixwe û ne jî buhtanan lê bike. Mehmet Mîr Dengîr Firat, avakarê AKPê bû, demakê berdevkê AKPê û Erdogan bû û ew jî bi qasî Erdogan li dijî kurdan û doza kurd bû. 

Ji xwe heger Dengîr Firat ne li dijî kurd û Kurdistanê bûya Erdogan ew nedikir berdevkê xwe yê huqûqî. Û gava hewce bû wî jî wek Erdogan êrîşî kurdan kir.

Bi kurdî Dengîr Firat 40-50 salî ji dewleta tirk ra xizmet kir û lema jî ew birin meqamên muhîm.

Heta ciyê Mehmet Mîr Dengîr Firat li ba Erdogan û hêzên dagir hebû, ew bi wan ra bû û ji wan ra xizmet kir. 

Lê roja ciyê wî li wir nema, ew ji nava xwe qewitandin. 

Lema jî ew ne ”siyatmedarê kurd”  û ne jî ”welatparêzê miletê kurd bû.” 

Di dawiya umrê xwe da ji ber ku êdî cî nedanê lema jî wek destpêkê neyartiya kurdan nekir, hewqas.


Ji ber ku yek miriye ne rast e meriv buhtanan lê bike û etîket û rutbeyên ne heq nekiriye, layiqe pê ve ke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE