06 juli 2019

Îro ji min ra tam XERAB hat...


Mixabin bîstek berê min cuzdanê xwe, nasname û hemû kartên min tê da wenda kir.

Ne bi xêr û ne bi ahla ez diçûm Bîltemayê minê ji mal ra çend lampe bikiriya. Bi rê da min ehmeqiyek kir û cuzdan ji bêrîka min da ket.
Ez hinekî dereng pê hesiyam. Ez bi bez bi şopa xwe ketim, lê Hasil çûbû Mûsil, xelkê cuzdan li xwe helandibû...

Pere tê tuneye, lê wekî din gelek tişt miştên min tê da hene û ez baş nizanim çi ne jî.

Saetek derbas bûye lê hîn kesî telefon nekir.

Heta nuh min çi wenda kiriye yek carê jî bi paş da nehatiye, hela ez binêrim îcar ewê çawa be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE