15 juli 2019

Ez welatê xwe û zimanê xwe di ser her tiştî ra digrim


Kurdistana min hewqasî xweş e, kurmanciya dayika min fêrî min kiriye hewqasî şîrîn e, ne mimkûn e ez ji wan hez nekim, ne mimkûn e ez her roj li ser wan nenivîsim û nebêjim welatê min tu çiqasî xweş î, kurmanciya şîrîn ez dildar û muptelayê te me. 

Bi xêra hebûna we, bi saya hezkirina ji we, ez heme û kelemekî di çavên neyaran da me.


Ez ji welatê xwe Kurdistanê û ji zimanê xwe pir hez dikim û di ser her tiştî ra digrim. Yê ji welatê xwe û ji zimanê xwe hez neke pînc e…

 XXX
Ev dinya qeleş me çiqasî da dû û em çiqasî li ber geriyan jî tu carî ji me ra nebû yar.
Me çi xwest got na, tim ruyê xwe ji me bada.
Em giriyan, ew keniya.
Lê îhtîmal heye îcar çav bi me ra qurç ke,
ji bo carekê be jî bi ya me bike.
Hîn tu soz nedaye, dimizice û bi çavan naziyan dike.
Çav derewan nake, lê ez bi şansê me ne bawer im.
Şansê me heta nuha bi me ra tim bêbextî kiriye...

 XXX
-Heger bi te ra wêrekiya(dilêriya, cesareta)tu bidî pê hebe, hemû xeyalên te kanin werin cî, bi rast bigerin.
Chе Guеvara

Gotineke pir rast e, ji bo serketina her karî, her teşebusê cesaret lazim e. Dilê tirsonek tu carî bi sîngên gewr û boz şa nabe.

 XXX
Jiyan wek kitêbekê ye, hin rûpelên wê xweş in, hin rûpelên wê ne xweş in; meriv dixwîne, dixwîne naqede, heta rojek tê meriv naqedîne û dimre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE