05 juli 2019

Bi îxanetkirina bi kurdan ra netîcegirtin ne mimkûn e

Michael Rubîn


Nivîskar û analîstê emerîkî Michael Rubin, li Parlamentoya Ewerûpayê li ser kurdan û Tirkiyê axaftineke girîng kiriye, gotiye gerek kurd ji malper û sîteyên kurdî û ji sohbetên bi dostên xwe ra yên li qahwexane û aşxaneyan bêtir, ji Washington Postê, ji New York Timesê, ji Le mondeyê û ji Der Speigelê ra binivîsin. Dibê sûcên Tirkiyê li bajarên wan kirine bi belge bigihînin Rojava...

Min qismekî axaftina Michael Rubin kir kurmancî:


”Kurd ji her demê hîn xurttir in. Kurd hatine nuxteyeke wer, xwe baş organîze kirine, ne mimkûn e hêzên Rojavayî ji nedîve werin. Her ku kurd nêzî armanca xwe dibin gelek hêzên herêmî dixwazin bi hin lîstikan wersîyoneke Peymana Lozanê ya sedsala 21ê bibînin.
Li gel vê jî kurd ji her demê bêtir bi hêz û organîze ne. Bi îxanetkirina bi kurdan ra ne mimkûn e netîce were girtin. Dibê kurd xwe bi kesên  ne kurd in bidin fêmkirin. Dibê serokên kurdan li welatê xwe karê xwe tekûz bikin. Destega Rojava nikane têkeve dewsa vî karê kurdan, dibê ew bi xwe karê xwe bikin û li hêviya Rojava nemînin.
Rastiyeke basît ev e ku kurd nuha perçe ne. Kurdistana Îraqê ji ber berjewendiyên malbatî neteweperestiyê wek qoz bi kar tîne. Hêzên pêşmerge wek 10 sal berê hîn jî di rewşeke perçepereyî da ye.
Gelek kurdên Tirkiyê dibêjin ew terefdarên daxwazên gel û edaletê ne, lê belê ev mesaja wan nagihîje Rojava.
Kurd ji malper û sîteyên xeberan yên kurdî ra dinivîsin û li qahwexane û aşxaneyan bi bi dostên xwe ra minaqaşeyê dikin. Lê belê dibê ew ji platformên kurdî bêtir, ji Washington Postê ra, ji New York Timesê ra, ji Le mondeyê û ji Der Speigelê ra binivîsin.
Heger kurd dixwazin Rojava aîkariyê bi wan ra bike, dibê doza xwe, derdê xwe bi hêzên ne kurd bidin fêmkirin.
Dibê kurd nîşan bidin gelo ew alîkariyê ji hêzên çep tenê dixwazin ya jî ji herdu aliyan dixwazin, dibê viya zelal bikin. Heta ku kurd li Rojava destega herdu aliyan(rast û çep) jî negirin nikanin, ewê nikanibin bigihîjin hedefên xwe yên siyasî û netewî.
Li Darfurê, li Rohîngyayê û li Helebê sûcên li dijî însaniyetê hatin kirin dinya jê haydar e, lê belê eynî tiştên artêşa tirk û îstîxbarata tirk li bajarên kurdan, li hemberî siwîlan kirin kes jê ne haydar e. Rojnamevan wahşeta li Helebê bû minaqaşe dikin, lê belê eynî tiştê li Cizîrê bû kêm tê zanîn. Li gel hemû astengiyan jî dibê kurd hemû kirinên Tirkiyê, hemû wêrankirinên Tirkiyê li bajarên wan kirin bikin belge
Michael Rubin...”

XXX
 Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye li Tirkiyê mesela kurd tuneye, “yê bibêje mesela kurd heye li min heqaretê dike….”

Li vir Erdogan vekirî dibêje kurd tunene. Kî qala hebûna kurdan û mafê wan bike heqaretê li Erdigan dike. Dibê êdî her kes bibêje kurd tunene.

Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye dîtina tirkan ev e. Navê kurd ji bo xwe wek heqaretekê dibînin.

Beyanên wiha gelkî baş in, belkî pozê çend bêxîretan bişewite û dev ji zilamtiya wî û AKPê berdin.

XXX
Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu ji peymana di navbêna Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Sûriya Demokratîk(HSDê) da çûbûye pir aciz bûne. 

Çavuşoglu gotiye ewê vê meselê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ra bipeyivin.

Ji bo tirkan em xezal in ew jî tajî ne, em nêçîr in û ew jî nêçîrvan in. Ji bo wê jî gav û saetê wek tajiyan tim li pey me ne.

Bi baweriya di nava dijminên me da yê herî xedar, herî dirinde Tirkiye û tirk in. Gerek her kurd vî neyarê dirinde û dijminê serê me di hafiza xwe da baş bi cî bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE