25 juni 2019

Yê xebatkar tim li karê ye


Ev xanima min jî zêde ji karkir e û ji paqijiyê hez dike; zêde nişmî ye. Zalimê vê havînê, van rojên xweş nahêle ez li hewşê xwe hinekî bidim ber rojê û rehet bikim. 

Her roj ji min ra karekî derdixe. 

Îro jî ji nişka ve dest bi paqijiya paceyan kir. 

Ji mecbûrî min jî xwe tevê kir. 

Min lê temaşe bikira du sê rojan ewê ruyê wê nekeniya.

Ez zêde dirêj nekim, min û wê bi hev ra hemû pace û camên xwe baş biriqandin. 

Nuha him hundur ronîtir bûye û him jî em derve baştir dibînin. Tembelî, tiralî ne baş e, meriv karkirê mala xwe be dibe hezkiriyê xanima xwe.

2019-06-24

Mihemed Ronahi : Apo apo hema rasta rast bêje ez ji berê de jê ditirsim îca ev çi demokrat ayaklarî ne tu dikî me bixapînî. Bi Xwedê tu ji berê de hema wer ji peyva wê dernakevî.

Zinarê Xamo: Hema ez çi bim jî ez îstîsna me, bi sedan, bi hezaran yên wek min di nava kurdan da tunene...

Mihemed Ronahi Zinarê Xamo tu taca vî serê dîn î.

Kemal Bakan Zinarê Xamo bi xaliq tu mêrxas î,
Kî mêr e bila neke ez bibînim

Senem Alp Ma mirov ji gotina rast re ci bêje.

Abdurrahman Damar Kek Zinar,
Bi Xwedê ;hûn ê dî şêrê Alî bin jî xellasî nema! Ji xwe way hîn kar ji ji we tê... De î car ji bo hûn parîyek nanê xwe bi rehetî bixwin, xwe zêde aciz mekin û bi ya xwişka min bikin Hûn wiha tevbigerin, dê ji bo we pir baş be.
Xweda temenekî dirêj bi we herduya de. Silav û rêz!

Zinarê Xamo: Ji xwe ez jî wer dikim...

Sidar Yigit : Siheta wê û te herdûyan xweş. 

Ramazan Kökmen:  Rojbaş mamoste guh nede kesi ji ve saete şunda ti şeveder Bimini zor e.

Mahmut Kiper : Way mala minê ev ê ji ba ta serê te! Xwedê alikarê te be!

Zinarê Xamo Hevalo, wele ji zû da hatiye serê min...

Azad İslam: We baş kiriye.

Fahri Kaya: Wellé ez bi vé xemginiya te kellogri bum...mala miné. 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE