25 juni 2019

Em ji texmîna xwe zêdetir xurt in...


Di jiyanê da hin dem hene haya meriv ji hêza meriv baş tuneye, meriv baş nizane hêza meriv çiqas e, kane çi bike û çi neke?

Lê hin bûyer hêz û qeweta meriv derdixe ortê, meriv bi hêza xwe, bi hukmê xwe dihese.
 
Hilbijartina 23ê hezîranê ya Stenbolê hêza kurdan baş derxist ortê. Kurd, partiyên kurd dîtin heger wek kurd bi hev ra hereket bikin pir xurt in û raqib û dijminên wan mecbûr in hesabê wan bikin.

Bi rayên kurdan Ekrem Îmamoglu du caran qezenc kir û bi rayên kurdan Bînalî yildirim jî du caran wenda kir. Herdu alî jî vê rastiyê baş zanin. Ev pir muhîm e. 

Dibê ji nuha û pê da em vê hêz û qeweta xwe baş bi kar bînin.

Heger em kurd tim bi tifaq hereket bikin hemû partiyên tirk motajî me ne, bêyî destega me kes nikanne were ser hukim.

XXX
Her kes di hilbijartina xwe da, di tercîha xwe da azad e. Meriv kê û kîjan partiyê baş bibîne raya xwe dide wî kesî ya jî wê partiyê. Ya jî naçe ser sidoqê.

Lê belê dibê meriv ji bîr neke her hilbijartin mesûlîyeteke wê jî heye. Dibê meriv li wê jî bifikire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE