02 maj 2019

Wiha here bi rastî jî tirk ewê me biqedînin


Ez ditirsim bi rastî jî tirk me bihelînin û bikin tirk. Gelek îşaretên vê tahlûkeyê hene.
 
Berî her tiştî em kesên bi kurdî zanin û ziman, muzîk û edebiyata kurdî didomînin roj bi roj kêm dibin. Heta 20-30 salan em kesên bi kurdî zanin diqedin. 


Û bi vê ra zarokên me yên bi tirkî mezin dibin ji yên bi kurdî mezin dibin roj bi roj zêdetir dibin.

Ziman, gava ji nifşekî derbasî nişekî din nebû dimre. Û gava ziman mir pê ra muzîk, edebiyat û kultur jî dimire yanî miletek diqede.


Nuha ez vê tahlûkê dibînim.

Ezê bi kurtî îzah bikim.

Gava ez bala xwe didim hal û timtêla milet û partiyên me û êrîş û siyaseta tirkan ev tirsa min li jor qal kir di dilê min da mezintir dibe.

Tirk, her ku diçe bêtir dibin faşîst û antî-kurd û kurd jî wek berfa roj bide ser dihelin, berê zimanê tirkî û dû ra jî tirkîtiyê qebûl dikin û dibin tirk.

Çi bi zor, çi bi rehetî rewş ev e. Em zarokên xwe bi tirkî mezin dikin. Ev yek jî gava pêşî ya wendabûna kurda ye.

Li hemberî vê rewşa metirsîdar û malkambax partiya herî bi hêz û xwedî îmkan û gava bixwaze kane gel mobîlîze bike û zirarekê bide neyar, ji dêlî ku bêtir bibe tevgereke kurd û nasyonalîst û Kurdistanê, statuyeke siyasî û coxrafî bixwaze, bûye partiyeke Tirkiyê. 

Yanî partiyeke tirk û kurdan ji kurdayetiyê, ji nasyonalîzmê dûr dixe, dibe sebebê kurd zûtir asîmîle bibin û bibin tirk. 

Ji bo ku kurd asîmîle bibin, ev hêz û ev partiya herî xurt û xwedî hêz, gelek fêlbazîyên nemayî û tiştên dûrî aqilan dike, tirkan dike siyasetmedar, serok û parlamentetên kurdan. 

Ev hêza herî xurt(PKK, HDP û tevgerên pê ra) kurdan bi tirkan dide îdarekirin, bi vê riyê nahêle kurdperwerî û nasyonalîzim di nava kurdan da, di dil û mejiyê kurdan da reh berde û şax vede.

Ev hêza herî xurt, ji dêlî ku ji tirkan ra bibêje hûn tirk, em kurd û emê xwe îdare bikin, dibêje em û tirk birayên hev in, emê bi hev ra demokrasiyê bînin Tirkiyê û lema jî dev ji nasnameya xwe ya netewî, ya kurdî û Kurdistanê ber dide û dibêje ez partiyeke ”Tirkiyê” me, yanî partiyeke tirk im.

Heger YNK, PDK û Goran û partiyên rojhilat jî bibêjin em partiyên Îraqê ne kurd ewê wan bi tûya xwe da bifetisînin. 

Partiya Tirkiyê demagojî ye, xapandina kurda ye. 

Li Tirkiye, di praktîkê da partiya Tirkiyê tuneye û nabe, ya meriv partiyeke tirk e ya jî partiyek e kurd e. Û gava meriv ne partiya kurd û Kurdistanî be siyaseteke kurd û Kurdistanî jî nameşîne.

Kurdên başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê wek me neketine nava sîstemê û nebûne partî û tevgerên wan welatan, nebûne parlamenter û wezîrên wan welatan. 

Faris û ereb nabin siyasetmedar û serokên kurdên rojava, başûr û rojhilat. Kurd serokên partiyên xwe ne û ew xwe îdare dikin.

Lê yê me(qesda min HDP e) tirk bûne serokên me û li gorî berjewendiyên welatê xwe me îdare dikin û siyaseteke ji bo kurd nebin nasyonalîst, ji bo yekîtiya kurdan çê nebe didin ber kurdan.

Ji bo ku faris û ereb nebûne serokên kurdên rojava, başûr û rojhilat ew wek me di nava sîstemê da neheliyan, nebûn perçeyekî wan civatan û ji ber wê jî nebûn ereb û faris...

Nuha li Tirkiyê du sê cephe çê bûne, nizanim cepheya çi û çi… 

Hemû cephe jî li dijî kurdan e, ji bo Kurdistan çê nebe tirk hêzên xwe topî ser hev dikin, dikin yek.
 
Heger em dixwazin nehelin û nebin tirk, heger em dixwazin kurd bimînin û bibin xwedî welat, dibê em jî cepheya Kurdistanê ava bikin. Yê cepheya Kurdistanê çê neke maneya xwe ew Kurdistanê naxwaze û dixwaze kurd hêdî hêdî bihelin û bibin tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE