24 maj 2019

Qîmeta wextê bizanibin



Wext pir muhîm e, dibê meriv qîmeta wê bizanibe û baş bi kar bîne. 

Piştî çû ne tê kirîn, ne jî bi paş da tê. Loma dibê meriv rojan bi rojan nede, karê îro nehêle sibê.

Dema meriv xort e, meriv dibêje belkî kalbûn û mirin tuneye, lê piştî 40î sal zû derbas dibin, umir zû diqede.


Belkî xort bawer nakin, lê hûn werin ji min bipirsin, min carê hew dît li gorî cuzdanê tew ez dikim bibim 70 salî ! 

Ez naxwazim bawer bikim lê rast e. Mimkûn bûya minê hinekî bi paş da tot bikira, lê nabe.

Lê belê her umrek xweşikiye xwe heye, tiştê ez îro dijîm û his dikim di 20-30 salî da ne mimkûn bû, ev jî fêkîyekî kalbûnê ye...

Feqet yê min li gorî gelekan dîsa baş e, ez wek tembelê Bexdayê nejiyame.

XXX
Heta nuha her tişt li gorî dilê min nebû, min çi xwest min bi dest nexist, min da dû çi ez negihîştimê. Min ji çi hez kir ez pê şa nebûm.

Ketim, rabûm, reviyam, mahkûm û surgûn bûm, mexdûr bûm. Hemû ji bo te.

Lê ji micadele û şerê ji bo te jî ez tu carî poşman nebûm û ezê tu carî jî poşman nebim.

Heta roja mirinê ezê li ser soz û peymana xwe bim...

XXX
Ewê rojek were, yên îro ji bo çend qurişên rezîl bûne heval û rêberên dijmin nikanibin derkevin nava milet, her kesê, belkî zarokên wan jî tuyî ruyên wan bike...

Tarîxê çawa xayinên berî wan ricimansdiye, ewê wan jî biricimîne.

XXX
Ji bo ku tu bizanibî yek dijî ya najî, ji dêlî tu li nebzê wî binêrî, li şeref û rûmeta wî binêre; heger hebe dijî.
///Robin Sharma

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE