01 mars 2019

Tirkiye kurdên başûr wek mahcirên Îraqê dibîne

Alî Riza Guney


Tirkiye kurdên başûr ne wek miletekî xwedî welat, wek mahcirên Îraqê, wek kesên koçber bûnin dibîne.

Li gorî Tirkiyê tu ferq di nabêna kurdên başûrê Kurdistanê û kurdên Stenbolê da tuneye. Lema jî Tirkiye li dijî referandûma serxwebûnê derketiye.

Çawa ku mafê kurdên Stenbolê tuneye ji bo serxwebûna xwe referandûmê bikin, mafê kurdên başûr jî tuneye. Û ji bo wê jî Tirkiye li dijî referandûmê derket.


Cîgirê Birêvebirê Pêwendiyên bi Iraqê ra Ali Riza Guney, li Hewlêrê di Foruma Rojhilata Navîn ya Ewlekarî û Hukumraniyê da li ser siyaseta Tirkiyê ya li ser kurdan û ji bo çi Tirkiye li dijî referandûmê bû gotiye:

”Ji bo yekîtiya Îraqê em li dijî referandûmê derketin. Me ji Îraqê ra got hûnê di warê yekîtiya axa xwe da tawîzê nedin. Îro herî zêde kurd li Stenbolê dijîn. Li Stenbolê 3 milyon kurd hene. Ma emê li wir jî referandûmê bikin?
Kî bi çi çavî li Tirkiyê dinêre bira binêre, Tirkiye bi çavê yek dewletê li Îraqê dinêre.”

Wek tê dîtin, Alî Riza Guney, bi çavê mahciran li kurdên başûr dinêre. Li gorî wî tu ferq di nabêna kurdên Stenbolê û kurdên başûrê Kurdistanê da tuneye.

Vî zirzopê tirk li payexta Kurdistanê li hemberî giregirên kurdan û berpirsiyarên hukûmetê kurdên başûr kirine koçberên ereban. 

Ez meraq dikim, gelo kesî bersîva vî neyarê kurdan, vî kesê xwenezan daye ya na?

Ez bawer nakim kesî bersîva wî dabe. Kurdên başûr li hemberî tirkan bûne pepûk. Û ji bo wê jî mêrik li paytexta Kurdistanê diwêre vê beedebiyê bike...

Foruma Hewlêrê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE