26 mars 2019

Li ba me kurdan rexne


Rexne, analîzkirina bûyerekê, berhemekê ye, ji her alî ve(pozîtîv, negatîv) kirîtîkirina merivekî, berhemekê, bûyerekê, mezûyekê ye.

Bi rexneyê meriv aliyê berhemekê yê baş û yê xerab, yê rast û yê çewt,  tiştê pozîtîv û negatîv derdixe ortê.


Lê li ba me kurdan rexne, bi piranî ya sedîsed reşkirin, xerabnîşandan e, ya jî sedîsed pesin û halan e. Ne sedîsed be jî lê rexneyên me bi piranî wiha ye.

Rexneya bi vî rengî ne rast e, dibê meriv objektîv be, ji aliyê baş ra bibêje baş e û ji yê şaş ra jî bibêje şaş e, xerab e. Ya jî ev tişt baş e û ev, ev jî kêm e, çewt e, wiha, wiha bibûya ewê baştir bûya.

Lê helbet ev mefhûm hemî jî îzafî ne, dibê meriv wiya jî ji bîr neke. Tiştê ji bo min rast û baş e, ji bo hinekên din kane ne baş û şaş be. Ya jî eksê wê.

Axir rexne(tenkîd)karekî zor e, jê ra zanîn û hosteyî lazim e. Rexne, ne tenê xerabnîşandan e ya jî pesin e. 

Carnan ez dibînim hin kes ji berhemekê, ji karê dezgehekê ya jî ji karê hin kesan ne razî ne, li gorî wan ew berhem, ew kar ne baş e.

Lê bi vê nayên serî, rexneya xwe pêşdatir dibin, wê dezgehê, hemû karên wî merivî bi tevahî reş dikin, bêfeyde û xerab nîşan didin. Rexneyên bi vî rengî ne rexne, reşkirin e. Dibê meriv her tiştî tenê reş û spî nebîne.

XXX


Ji tirkan kane çîroknivîs, romannivîs û şairên û baş derkevin. Û çend heb derketine jî. Lê heta nuha ji tirkan fîlozofek dernektiye. Çimkî li gorî kultura tirkan fikirandina zêde bi zirar e, meriv kane hişê xwe berde, mejîyê xwe biçelqîne.

 XXX
Şeraba bi te ra tê vexwarin helal e, bêyî te av jî be vexwarin wê heram e.
///Omer Xeyam

Ez û xanim ji êvar da ye him ji kêfa zafera Baxozê û him jî ji dertê bêtifaqiya kurdan şerabeke xweş vedixwin.
Şerabeke heta nuha min neceribandibû. Min jî, xanimê jî jê hez kir...
Ez ji xanimê ra geh qala tiştên baş û xweş û geh jî qala derdê kurdan diikim...
2019-03-24

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE