18 mars 2019

Bi pera şerefê qezenc neke, bi şerefa xwe pera qezenc bike...


Ne pûlûperestî, eşqa pera bûya hewqas kurd nedibûn merivên dewleta tirk. Timayiya çend qurişên rezîl gelek kes kirine mitefiqê dagirkerên Efrînê, Kurdistanê û qatilên kurdan. 

Kesên îro li Anqerê û li Stenbolê bi dagirkerên Efrînê û bi xayinên kurdan ra civîn û programên telewîzyonê çê dikin, ji bo debera xwe himalî bikirana karekî bi şereftir bû.


Ruhê pere bikuje ruhekî kole ye.

Gotineke meşhûr heye, dibêje ”bi pera şerefê qezenc neke, bi şerefa xwe pera qezenc bike. Gava pereyê te qediya bira şerefa te jî neqede.”

XXX
Seroka IPê dêlegura faşîst Meral Akşener li dijî gotina Erdogan ”Kurdistan li Îraqê ye” derketiye û gotiye:

”Kurdistana te gotiye li bakurê Îraqê ye ev hezar sal in welatekî qedîm yê tirkmena ye.”

Mahcir û sêwiyên balkanî û kafkasî li ser hebûn û tunebûna Kurdistanê li hev nakin.

Vê bîjiya Selanîkê çendakî berê kitanek kurdî dabû serê xwe û xwe kiribû kurd, lê wa ye zû çerx kir, zû qîlên xwe nîşan da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE