16 februari 2019

Zimano leqleq seriyo teqreq


Meriv çiqasî kanibe bi zimanê xwe hewqasî baş e.

Pêşiyên me gotine yê totikvala, aqilsivik hinekî zimandirêj e.
 
Ziman tim û daîm bela serê serî ye, zimano leqleq, seriyo teqreq.

 
Dibê meriv kanibe bi zimanê xwe, gava meriv rişma zimanê xwe serbest berde serê meriv tim di belayê da ye.

Zimanê şîrîn mar ji qulikê derdixe.

Lê birîna zimên jî ji ya şûr û kêran xerabtir e. Çimkî yê dil şa dike jî ziman e û yê bi girî dike jî ziman e.

Aletê her ku tê bikaranîn tûjtir dibe tenê ziman e.
W. Irwing

Hêza zimanekî xwe di avêtina gotinên, tiştên biyanî da nîşan nade, xwe di daqultandin û hezimkirina wan da nîşan dide.
Schiller

Ziman, neynika miletekî ye. Gava em li vê neynikê dinêrin, em li wir sûretê(eksê)xwe yê herî rast dibînin.
Schiller

Bira zimanê te berî fikrê te hereket neke.
Chîlon


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE