25 februari 2019

Soylu: Me nehîşt kurd li Îraqê dewletê ava bikin !



Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê  Suleyman Soylu careke din ji ji kurdan û Amerîkayê ra meydan xwendiye û gotiye me bi Îran û Îraqê ra nehîşt li başûr kurd bibin xwedî dewlet û ji nuha û pê da jî emê nehêlin bibin.

Soylu borozanê Erdogan e, Erdogan hin tiştan bi wî dide gotin. Gotinên Soylu yên li ser vê mijarê wiha ye:


”Sal û nîvek(1,5) berê li bakurê Îraqê ewê dewletek ava bikirana. Tê bîra we ne wisa? Ma kanîbûn ava bikin?  Em bi Îraqê û Îranê ra hetin ba hev. Amerîka û Rojava li pişta wan bû, ew tahrîk dikirin, lê belê me destûr neda. Hedefa wan ev bû, ji bakurê Îraqê heta bi Efrînê, Tirkiyê ji Rojhilata Navîn biqetînin, têkiliyên tîcarî, kulturî û cîranî bi Îraqê û Sûrîyê ra qut bikin. Xwestin Tirkiyê di nava 780 kîlomîtro çargoşe sînorên Enedoloyê da hefs bikin. Ez li vir dibêjim: Ji ku tê bira were, dixwaze bira ji wî aliyê okyanûsê were, dixwaze ji vî aliyê wê were, heta em tunebin em destûrê nadin tu kesî li vê herêmê tiştekî bike..”

Li vir Soylu pir vekirî dibêje me nehîşt li başûr kurd ji Îraqê veqetin û bibin xwedî dewleteke serbixwe û ji nuha û pê da jî emê nehêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd rizgar bibin, Kurdistan çê bibe. Û vê hedefa xwe jî qet venaşêrin.

Lema jî dibê kurdên başûr vê rastiyê êdî baş bibînin û li hemberî Tirkiyê siyaseteke li gorî vê realîteyê bimeşînin.

PKK û HDP ne dewleteke serbixwe dixwazin, ne federasyonê dixwazin û ne jî otonomiyê. Tenê ji bo Tirkiyê demokrasiyê û ji bo kurdan jî perwerdehiya zimên dixwzin dixwazin.

Di ser da HDP dibêje ew ne partiyeke kurd e û partiyeke Tirkiyê ye û li dijî perçebûna Tirkiyê ye, naxwaze sînorên mîsaqî-milî biguhere.

Lê li gel vê jî Tirkiye ji PKKê ra dibêje terorîst û HDPê jî hevalê terorîstan dibîne, qeyûman datîne ser belediyeyên wê.

Di nava sînorên xwe da jî nasekine, li Sûriyê ji PYDê û YPGê ra jî dibîje terorîst. 

Di esasê xwe da PDKê, YNKê û Goranê û hemû partî û hêzên, kesên serxwebûnxwaz jî terorîst dibînin, lê belê îro naxwazin cepheya xwe zêde fireh bikin. Îro PKKê, HDPê û PYDê digrin pêş, çimkî ew bi hêz û organîze ne. Lema jî dixwazin berê wan ji ber xwe da bixînin.

Dewleta HDPê qebûl neke, PKKya tiştekî naxwaze, ji bo demokrasiya Tirkiyê dixebite terorîst îlan bike nabe dostê PDKê, YNKê û Goranê û kurdan. 

Li Kurdistanê tu partiyeke kurd wek PKKê û HDPê ne Tirkîyecî ne, lê dewlet dîsa jî wan dijminê xwe dibîne û hewil dide ji ortê rake.

Ji xwe wa ye Erdogan do di axaftina xwe da got, ”dereke bi navê Kurdistanê” tuneye…

Û gava Kurdistan tunebe kurd jî tunene. Û yên dibêjin Kurdistan heye dijminên  Tirkiyêne û Tirkiye jî bi hemû hêza xwe şerê wam dike.

Yanî wek Suleyman Soylu jî gotiye, hedefa Tirkiyê kurd li tu beşekî Kurdistanê ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet. Kî eksê vê bibêje vir e, xwe dixapîne; Tirkiye neyarê hemû kurdan, hemû partî û kesên welatparêz û serxwebûnxwaz e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE