17 februari 2019

Kurmê şîrî heta pîrî


Ji hesinê xerab şûrê baş çê nabe.

Însan destpêkê çi be, xwediyê çi xûy, xisletê be heta mirinê jî ew e.
 
Yanî kurmê şîrî heta pîrî.

Bi çi karî rabe, çi rutbeyê bi sîngê ve ke, bibe xwediyê kîjan meqamî jî her ew merivê berê ye, wek hesinê xerab e tu carî baş nabe.


Bi osmanî dibêjin ”hafizay-î beşer nîsyan île maluldur.”

Yanî kêmasiya hafizeya însên/meriv, jibîrkirin e. Bi gotineke din jibîrkirin mexsûsî însên e.

Lema jî meriv bala xwe didê kesên çend sal berê di heqê hin kesan da tiştên pir giran digotin, îro jê ra li çepikan dixin. 

Siyaset tiştekî pir ecêb e, dem tê tiştê meriv do gotibû bi meriv dide jibîrkirin, bi zanetî tiştê şaş bi meriv dide gotin, kesê heta do meriv ew dixist binê erdê û nedixwest silavê bidê, îro jê ra li çepikan dixe, dibêje her bijî.

Bi baweriya min şexsiyet, qerekter, xuyê însên bi wezîfê naguhere, însan do çi be, îro jî ew e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE