07 februari 2019

Dibê meriv rastiyê qebûl bike


Li Sûriyê li aliyekî sê dewletên wek zebelihan hene û li aliyê din jî PYDya bêdewlet û bêpişt heye.

Li hemberî van sê dewletên(Sûriye, Îran, Tirkiye)wek zebelihan û xwedî îmkan û hêzên pir mezin liberxwedan, têkneçûn ne tiştekî hindik e. Dibê meriv viya qebûl bike.


Îro li dinyayê îtîbara PYDê û dost û mitefikên PYDê, xêrxwaz û dilsozên PYDê û kurdan ji van hersê dewletên zebelih û yên hewqas xurt pirtir e. 

Dewletên wek Amerîka û Fransayê li hemberî mitefikê xwe yê NATO Tirkiyê, PYDê diparêzin, dibêjin PYD mitefikê me ya saha şer e, emê mitefikê xwe bi tenê nehêlin.

Helbet hin kêmasî û şaşiyên PYDê çê bûn, ev rast e. Dibê PYD ji kêmasî û şaşiyên xwe dersê bigre.

Lê belê ev çend sal in têkneçûna li hemberî van sê dewletên hov û zebelih ne tiştekî hindik e, hêjayî teqdîrê ye.

Dibê meriv heqê Sezar bide Sezar û yê Xwedê jî bide Xwedê...
Yanî dibê meriv heqê mêran înkar neke..


XXX
Gava meriv dibîne hin kesên gelkî biaqil û jîr û têra xwe zane hin çîrok mîrokên ereban û xurafeyên beradayî diparêzin meriv matmayî dibîne.

Ev kesên zane, biaqil, ji ilm û îrfanê haydar, çima xurafeyên kêmaqil jê bawer dikin diparêzin meriv fêm nake.
Ev jî muamayeke mezin e.


XXX

Xwedê kesî şaş neke,
şaş kir fahş neke,
fahş kir bi erdê ra kaş neke.
Hin kesên di xortaniya xwe da baş bûn, hevalên wan hêviyek mezin jê dikirin, piştî por sipî kirin xwe pir fahş kirin.
Însan dişibin kelekan, hin jê saxlem û hin jî kurmî derdikevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE