20 februari 2019

Derdê kêmaqilan derdekî giran e


Hin kes ji ber kêmaqliya xwe gelek belayên belaseb tînin serê xwe û xwe mahkûmî êş û ezayên mezin dikin. Ji ber ku kêmaqil in ji wan wetnê ew tiştekî pir rast û muhîm dikin.

Bi milyonan kesên biaqil nikanin kêmaqilekî ji ser riya şaş vegerînin. Çimkî totikvala ye, gotinê fêm nake.


Eflatûn gotiye ”Kêmaqilî bi du hawî dibe; yek ji ber dînîtîyê, yê din jî ji ber cahîliyê.”
Sebeb çi be jî, yek ji yekî xerabtir e.

Dilê meriv bi halê, bi rewşa kêmaqilan dişewite lê meriv nikane tiştekî bike..


Derdê kêmaqilan derdekî giran e, jê ra ne çare heye, ne jî derman e.

Em çi bikin, çi bibêjin pere nake, vik û vala ye.




Malpera Bîtlîs Nameyê gotiye di nabêna salên 1800-1900î da li dinyayê xalîçeyên kurd pir meşûr û bi qîmet bûn. 

Xalîçeyên Kurdistanê ji yên Îranê îro populer in, gelkî bi qîmettir bûn.

Rast e, lê mêrikan em qedandin. Di nava 100 salên dawî da faris û tirkan navê me jî û navê welatê me jî û medeniyata me jî ji tarîxê derxistin, kirin faris û tirk. Îro li dinyayê tu tiştekî bi navê kurd û Kurdistanê tuneye.

XXX
Yê faşîst e û siyaseteke antî-kurd dimeşîne, yê li her dera dinyayê neyartiya kurdan dike û dibêje ezê nehêlim li tu derê Kurdistan çê bibe Elo ye, mêrik li ber çava ye û her kes nas dike.
Lê hin kurdên me ji tirsan newêrin navê wî hildin, dibêjin Welo û Xelo, Ergenekon û ninzanim kî û kî neyartiya kurdan dikin û zirarê didin Tirkiyê, filan û bîvan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE