24 februari 2019

Artêşa Dewleta Îslamê teslîmî YPGê bû



Şêr û pilingên kurdan artêşa Dewleta Îslamê û çeteyên Tirkiyê, ew artêşa xofek mezin xistibû dilê dinyayê êsîr girtiye. 

Celadên bûbûn hûtên heftserî û serê kurdan jê dikirin û ji bo ku xofê têxin dilê însanan her roj wîdeoyên wehşeta xwe belav dikirin, nuha li ber lûleyên şer û şepalên, keleş  û şêrgeleyên kurd kûzekûza wan e, dibêjin em ketine bextê we, me nekujin û tasek av û kurtêlek nan bidin me.


Kurd miletekî bi esalet e, tu carî zulmê li êsîrên xwe, li kesên bêparasitn, li jin û zarokan nakin û wan nakujin. 

Kurd tu carî tecawizî namûsa xelkê û ya êsîrn xwe nakin.

Kurd ji bo êsîrên xwe, ji bo kesên xwe avêtine bextê wan xwe didin kuştin, lê wan nakujin.

Lê terorîstên Daîşê, ereban, artêşa îslamê ev bêşerefî kirin, xelkê siwîl kuştin û tecawizî namûsa xelkê kirin.

Ez gelkî serbilind im kurd tiştekî wiha nakin û êsîrên xwe nakujin û zulmê li wan nakin.
 
Demakê xwediyên van hovên, van dirindeyên artêşa îslamî gelek soz didan wan, digotin emê li dinyayê bi hev ra dewleteke îslamî ava bikin, lê nuha li wan xwedî dernakevin û ew û zarok û jinên van hovan ketine ber destê kurdên qehreman. 

Yên digotin "Kobanê ya ket ya li ber ketinê ye" nuha li ber vî rismî çi hîs dikin? Lê ewê tiştên hîn xerabtir jî bibînin.

Tarîx careke din bû şahidê gernasîya(qehremenîya)miletê kurd.
Ev risim îspata wê ye. 

Neviyên Şêx Seîd, Qadî Mihemed û Seyid Riza li hemberî celad û çeqelên îslamî serî netewandin û piştî şerekî dûr û dirêj ew teslîm girtin û bi vê yekê ra jî ne xwe tenê, dinya jî ji vê bela pîs û qebîh xelas kirin.

Nuha dora dinyayê ye, heger dinya, dewletên mezin ne bêbext bin ewê mafê kurdan yên netewî bidin û  wan bi tenê nehêlin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE