16 januari 2019

Partiyên başûr dîsa li ser kursiyan li hev nakin



Li gorî Rûdawê îro nivîsîye Amerîkayê, Brîtanyayê û Fransayê bi rêya konsulxaneyên xwe yên li Hewlêrê ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKê) û ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) xwestine avakirina hukûmeta nuh bi derengî nexînin û zû ava bikin.

Hilbijartinên parlamentoyê par di 30 meha îlonê da(30/9-18) çê bûn. 

Di ser hilbijartinan ra hema hema çar meh buhurîne lê PDK, YNK û Goran hîn hev û du dibin û tînin û tu hukûmet nehatiye çê kirin. 


Hemû gelş li ser ser çend kursiyan e, her yek dixwaze di kabîneyê da para wî, wezîrek, du wezîrên wî zêde be ya jî filan wezaret ji wî ra bimîne û li ser vê li hev nakin.

Yanî meriv kane bibêje li ser berjewendiyên şexsî û partîtiyê li hev nakin, her yek dixwaze para wî zêde be.

Heger zexta derve zêde nebe li hevkirina wan pir zahmet e. Çimkî kes naxwaze dev ji berjewendiyên we yên şexsî berde.

Tecrûbeya 27 salan li ortê ye, heger PDKê û YNKê li hev kiriba, heger hukûmeteke netewî, artêşeke netewî, aboriyeke netewî yanî heger ji dêlî hukûmetên du partiyan, hukûmeteke yekgirtî, netewî ava kiribûna ne Kerkûk diçû û ne jî ereban kanîbûn nîvê axa Kurdistanê dagir bikin.

Yanî sebê dagirkirina Kerkûkê û herêmên din şerê kurdan yê li ser kursiyan û li ser talana aborî ye.

Û heger nuha jî ji vê trajediya tahl dersê negirin û dîsa li hev nekin, wek berê dîsa li ser çend kursiyan têkevin gewriya hev, tiştê îro di destê wan da maye jî ewê wenda bikin. 

Heger bi cidîyet guh nedin vê daxwaza Amerîkayê, Brîtanyayê û Fransayê û di demek pir kin da hukûmetê ava nekin, ewê zirareke ji ya berê girantir bibînin, ev dewlet ewê piştgiriyên xwe nedomînin.

Lema jî hêvî dikim şaşiyên berê dubare nekin û hukûmeta nuh zû ava bikin. Şermeke pir mezin ji bo wezîrekî, du wezîran hukûmet ava nebe. Ev risimê bêtifiqayê întîba û îmajeke pir xerab dide dinyayê.

Dibê êdî em netewî bifikirn û berjewendiyên netewî di ser çend kursiyan ra bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE