17 januari 2019

Fikrên tahlûke



Xwedê kir her tiştê meriv difikire kes nizane, heger tiştê nuha ez difikirm bihata zanîn ewê serê min têketa belayê.

Hinekan jî ewê bigotana vî mêrikî hiş berdaye, aqil çelqandiye… 

Dema dijmin tiliya xwe di çavê meriv ra dike, pê li zikê meriv dike, welatê meriv dagir dike, mal û milkê gelê meriv bi çeteyên xwe dide talankirin, bêguman meriv tiştê baş û xweş nafikire.
 

Bedelê wê çi dibû bila bibûya, xwezî min bikanîbûya ev fikrên nuha di serê min da wek maran li hev piçikîne têxista praktîkê.
Fikir heye lê hêz tuneye.
Di bîstikên wiha da ji bo çend rojan be jî meriv dixwaze bi Rustemê Zal…

Marlo‏: Wele xalo tu ne tenê yî. Ez her şev wexta serê xwe datînim ser balîfê bi xewn û xeyalê Rustembûnê radizim lê serê sibê dîsa weke xwe me.

Zinarê Xamo‏: Xeyal jî baş e, ji bêxeyaliyê baştir e.

Ali Kut : Pismam, apekî min hebû ji birazîyekî xwe gellekî aciz bû! Lê, pê nikarîbû, car car derdiket ser banê qesra xwe û xeber digotin û kesî ew cidî ne digirt, yextyar bû, kesî lê jî venedigerand! Îca, fena te di wê hêrsa wî de, em carna nêzîk dibûn û me guhê xwe dida ser gotinên wî bê ka hela çi dibêje. Merivekî bawermend bû, destê xwe ber bi jor ve dikir û digot: Axx Xwedê! Ma ê çi bibe ku ez û tu şûna xwe biguherin, hema 5 deqan!

Zinarê Xamo:  Ma tu rimildar î çi yî? Tiştê ez dixwazim ev e, lê malava gurra min nake...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE