25 januari 2019

Çîroka rûvî û jujo û kêçê

Qirnî

Li ser navê Ezopê(Aisopos) girêkî gelek çîrok tên gotin. Ji van çîrokan bi rastî çiqas yên Ezop in, çiqas ne yên wî ne kes baş nizane. 

Li ser jiyana Ezop jî gelek dîtinên cuda hene û hemû tiştên tên gotin sedîsed ne rast in. Lê rîweyet pir in. 


Arîstoteles jî qala serpêhatiyeke Ezop ya pir balkêş kiriye. Li gorî çîroka Arîstoteles qal kiriye, Ezop di mahkimê da sîyasetmedarekî bertîlxur (rişwetxur) bi çîroka rûvî û jujo parastiye û daye beratkirin.


Ezop parastina xwe wiha dest pê kiriye:

-Heyeta giranbuha, ez dixwazim parastina xwe bi çîroka rûvî û jujo dest pê bikim. Serê rûvîyekî bi kêçan ra ketibûye belayê, kêçan dikira çavên wî derxistana, canê wî tije kêç bûbûn. 

Kêç

Jujoyê cîranê rûvî jê ra got, birakê rûvî, heger tu bixwazî ez kanim te ji kêçan xelas bikim…
Rûvî got:

-Na, ev kêç têr bûne, êdî zêde xwîna min namijin. Heger tu min ji wan  paqij bikî, yan jî hemûyan bikujî ewê hinekên nuh, yên ji wan birçîtir werin. Yên birçî ewê bêtir xwîna min bimijin…

Û dû ra jî axaftina xwe wiha domandiye:

-Endamên heyeta bi rûmet, heger hûn jî muwekîlê min ceza bikin ewê hinekên wek wî ne zengîn, ji wî gelkî feqîrtir werin dewsa wî û ewê dewletê ji wî bêtir bişêlînin, ewê ji wî bêtir bertîl û rişwetê bigrin. Lema jî baştir e hûn muwekîlê min berdin, ji bo ku yên ji wî birçîtir û xerabtir neyên û ji wî pirtir nexwein.

Û li gorî rîwayetê mahkimê jî ev dîtina Ezop di cî da dîtiye û siyasetmedarê bertîlxur berdaye.

Kemalîstan gelek zulm li kurdan kirin, kurdan wer bawer dikirin gava ew ji kemalîstan xelas bibin ewê piçekî bîna xwe bigrin.

Lê îslamîstên îktîdar girtin sed qatî ji kemalîstan xerabtir derketin. Kemalîst kêç bûn, îslamîst qirnî ne, em zanin qirnî ji kêçan sed qatî tahlûketir in. 

Qirnî, buhikek(kêzikek,heşareyek)bi çermê însên û heywîn ve dizeliqe û bi xwînê dijî, ji xwînê hez dike. 

Me got em ji kemalîstên wek kêçan xwîna me dimêtin xelas bibin belkî em hinekî rehet bikin, lê yên hatin qirnî derketin; qirnî jî buhikeka ji kêçê pir xerabtir e. Emê bedena xwe ya pak ji van qirnîyên xwînmij çawa xelas bikin ez nizanim…

Hêvî dikim zêde xwîna me nemijin, em dermanekî qirniyan bibînin û ji wan xelas bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE