12 december 2018

Welatê xelkê nabe welatê meriv


Çawa ku diya kesî nabe diya meirv, zengîniya kesî nabe zengîniya meriv, welatê kesî jî nabe welatê meriv. 

Yê welatê xelkê wek welatê xwe dibîne û bi çavê merivekî xwedî welat li xwe dinêre cahil e, kêmaqil e.
Kesê bêdê sêwî ye.
Kesê bêpere rût e, xizan e.
Miletê bêwelat bindest e.

Heger em dixwazin li vê dinyayê heta û heta bindest nemînin, dibê em bibin xwedî welat û xwedî dewlet. Dibê ev yek tim û tim xewn û xeyala me û hedefa me be.


XXX
Bi rastî jî kurd miletekî bêşans e, tu dibêjî belkî nifir li me bûye.
Tirkan êrmenî qetil kirin, lê ermenî ji tirkan bêtir dijminatiya kurdan dikin.
Ereban, îslamîstan û hin kurdên bûn ereb, îslamîst û neyarên qewmê xwe êzdî qetil kirin.
Lê hin êzdî ji van ereb û îslamîstên qatil bêtir, êrîşê kurdan dikin, kurdên ji bo wan dişewitin û ji bo wan digrîn û ji wan xwe dan kuştin.
Ew kurdên bi Daîşê û îslamîstan ra tevî komkujiya êzdiyan bûn, serê pêşmergeyan jî jê kirin.
Yanî wan xayin û bênamûsan ne tenê bi ereb û îslamîstan ra êzdî kuştin, wan kurd jî kuştin, Kobanê jî wêran kirin.
Her kurdê welatparêz û xwedî ûjdan êşa birayên xwe yên êzdî di dilê xwe da his dike. Û li alîyê din jî dema dibîne hin êzdî ji îslamîst û ereban û tirkan bêtir êrîşî kurdan dikin xemgîn dibe.

XXX
Tu hew dinêrî yekî kurdiya wî pir baş e bi tirkî gotiye efendim heval dixwazin ez herim filan filmî bibînim.
Vê gotinê ne bi kurdî, bi tirkî dibêje.
Çiqas eyb e!
Me tirkbûn heq kiriye. Kes me bi zor nake tirk, em dixwazin bibin tirk...

XXX
Rojnamevanê ereb û mudûrê Haberturkê yê berê, şelafê Erdogan, faşîst û neyarê kurdan Veyis Ateş îro ji alî polîsan ve ji ber meseleyeke biçûk hatiye girtin.
Veyis Ateş wek şelafekî hoste gazin kiriye, gotiye ”ez heqê xwe helal nakim”!
Heqê wî heye gazinan bike, hewqas şelafî, hewqas neyartiya kurdan jî pere pere nekiriye.
Ewê berdin, lê ar bike ev besî wî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE