11 december 2018

Pêşniyara min ji Rûdawê ra



Li ser şêla siyasî ya Nadîa Mûrad gelek speklasyon tên kirin, di medyaya sosyal da gelek tiştên rast û ne rast tên gotin. 

Ji bo ku meriv bizanibe ji tiştên li ser Nadîa Mûrad tên gotin çi rast e, çi ne rast e, baştir e meriv bi wê ra bipeyive û fikrê wê bipirse, çi difikire ji devê wê bibihîze…


Lema jî pêşniyara min ji Rûdawê ra ev e, dibê bi Nadîa Mûrad ra hevpeyvînekê bike û jê bipirse çima ew di merasima xelatgirtina Nobelê da ne bi kurdî lê bi erebî peyivî? Gelo wê nexwest ya jî hin problemên wergerê hebûn lema?

Di medyaya sosyalê da tê gotin ew xwe kurd nabîne, gelo ev îdîa rast e ya ne rast e? 


Ez bi xwe heta nuha rastî tu gotineke wê ya wiha nehatime.

Rûdaw dihere bi kesên wek Savcî Sayan ra hevpetvînan dike lê heta nuha bi Nadîa Mûrad ra tu hevpeyvîn nekirye. Bi dîtina min kêmasiyeke mezin e. Dibê Rûdawê heta nuha bi Nadîa Mûrad ra hevpeyvîn kiribûya.

Savcî Sayan û kesên wek wî ne hêjayî hevpeyvînê ne, meriv Savcî Sayan û kesên wek wî dernaxe telewîzyona û xwe fikrê wan napirse. Fikrê wan diyar e, ew zilamên Tirkiyê ne.

Lê Nadîa Mûrad ji me ra muhîm e, dibê em rastiya wê, fikrê wê  ji devê wê fêr bibihîzin. Û ev jî karê medyayê ye, dibê Rûdaw ya jî telewîzyoneke din vî karî bike.

Nadî Mûrad êdî ne ew keça salek berê ye, êdî yeka xwedî Xelata Nobelê ya Aştiyê ye û ji nuha û pê da li dinyayê fîgureka siyasî ya muhîm e. Yeka wiha bibe berdevka miletê kurd û dinyayê ji halê kurdan agahdar bike pir baş e. Lema jî dibê em li wê xwedî derkevin.

Lema jî dibê Rûdaw di zûtirîn wextê da bi Nadîa Mûrad ra hevpeyvînekê bike û hemû pirsên li ser îdîayên der û dorê û ew xwe kurd qebûl nake jê bipirse. Fikrê wê yê li ser kurdan û li ser şerê wan yê li dijî Daîşê dîtinên wê, rexneyên wê fêr bibe. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE