18 december 2018

Îro em bûn gerrokên daristanê



Min û xanimê îro dîsa ne got berf  e û ne jî got tozan e û me tam 2 saetan di nava daristanê da berf qelaşt...

Ez li gorî şîreta swêdiyan hereket dikim: hewa xerab tuneye, tenê kincên xerab hene. Bedena meriv, nig û destê meriv gem be problem tuneye.

Lê hewa pir ne sar bû û meş jî pir xweş bû...



Berf xweş e, ez ji berfê pir hez dikim. Berf ji baranê xweştir e, bîna meriv fireh û dilê meriv geş dike, zaroktiya meriv tîna bîra meriv. Meriv dixwaze bibe zarok û xwe li ser xalîçeya spîpoz û nermik porr bike...



Deriyê  hewşa me


Hewşa me

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE