26 december 2018

Googlê li ser daxwaza Tirkiyê xerîteya Kurdistanê rakir



Wezîrê Transportê yê Tirkiyê Cahît Turhan do got, "Ji bo ku nexşeya Kurdistanê ji Googlê were derxistin me serî li Googlê daye. ”

Li gorî xebera Rûdawê, Googlê ev daxwaza Tirkiyê qebûl kiriye û xerîteya çar parçeyên Kurdistanê ji xerîtiya xwe derxistiye!

Google çawa kane daxwazeke wiha qebûl bike? 

Gelo Google mecbûr e vê daxwaza Tirkiyê qebûl bike? 


Di vî warî da tu qanûneke navnetewî ya Googlê mecbûrî qebûlkirina vê daxwaza Tirkiyê dike heye, ya jî mesele teserûfeke Googlê bi xwe ye?

Yên di vî warî da xwedî zanîn me ronî bike ezê kêfxweş bibim.

Tirkiye dixebite navê Kurdistanê ji dinyayê rake, navekî wiha di xerîteya dinyayê da tunebe. Lema jî Wezîrê Transportê yê Tirkiyê Cahît Turhan gotiye: 

"Ji bo ku nexşeya Kurdistanê ji Googlê derxin me serî li vê saziyê daye. Ji bo ku nexşeya Kurdistanê ji nava nexşeyên cîhanê were derxistin em dixebitin û vê mijarê dişopînin.”

Nuha ez hemû ker, qantir, bergîr û hespên Kurdistanê bera ser mak û êla vê dewletê bidim ma ez neheq im?

Neyartiyeke hewqasî jî kûçikbavî ye û we selam. 

Heft xwezî bi faşîzmê û nazîzmê, dîndarên tirk ji faşîst û nazîyan jî derbas kirin…

Yên bixwazin navê welatê me ji dinyayê rakin, ji Googlê derxin, hedefa wan qirkirina miletê kurd e, gava duyem ewê bixwazin kurd jî li dinyayê nemînin. 

Û ji xwe tiştê di praktîkê da li hemberî kurdan dikin jî ev e, jenosîd e.
2018-12-25


Hamed Barackilic Êvar baş, brêz Zinarê Xamo, Ez bawernakim Google wisa 1-2 rojan da yekser rabike.
Google hîn jî nexşa Kurdistanê dide.

Abdulğani Bakir tu yeqînbike turkî prakî mezin daye gooklê heyanî ev xerîte rakirinin tu bê çi ji wantê û dunya buye ticaret

Bube Eser Kek tu ji me gelekan bêtir dizane ku niha çerxwe dewletan û hin dezgehan li ser çerxa peran digere, kî pere bide ew ê li pîspîs xwe jî bide. Mesele berjewediye.

Rêber Tusanî Bavê Rodî Kurd dibêjin
Destê vala ne Ehlen u ne Sehla

Kirmanc Çalî
Evî lînkî lêde hêšta yê may

Hoshang Nouh Ranebûye apo, kê got ku rabûye?

Behzad Pirmusa Hoshang Nouh Rudaw - Mîtdawê got

Hoshang Nouh Erê, min dît ku Rûdaw peya kiriye, lê min yekser lê nihêrî, nehatibû rakirin. 

Zinarê Xamo Rûdaw dibêje ji beşê îngilîzî rakirine.
Redigera eller ta bort detta

Zinarê Xamo Hoshang Nouh , Ez fêm nakim ji bo çi Rûdaw ewê vê derewê bike?

Hoshang Nouh Rûdaw bi xwe jî, bêyî ku tu belgeyan bide, hema xeber veguhestiye. Ev jî kêmasîyeke mezin e.

Hoshang Nouh Lînka berê naxebite, lê yeka nuh hatiye çêkirin: Kurdistan

Behzad Pirmusa Kekê Zinar te ji Rûdawê girtiye! Rûdaw derewa dike.

Zinarê Xamo Ez bi bûm derewçînê Rûdawê. Hûn rast dibêjin, min nuha lê nêrî Googlê ranekiriye, xerîta Kurdistanê hîn heye.

Zinarê Xamo Rûdaw dibêje ji beşê îngliîzî derxistiye. Ev jî lînka xebera Rûdawê ye.

Zinarê Xamo Rast e, waye derket. Tu dibêjî Rûdaw çima ev xeber belav kir?
Min bi xwe ji vî îşî tiştek fêm nekir.

Hoshang Nouh:  apo, a ku berê di sala 2014an de hatibû çêkirin, hat rakirin, lê eva han na; hîn heye û hêvî dikin ku bimîne. Welê xuya dike ku haya Rûdawê tenê ji lînka kevn heye.

Zinarê Xamo Spas ji bo agahdariya te. Hela em binêrin di rojên pêş da ewê çi jê derê?

Hoshang Nouh Ka li vê binêre vêca; Efrîn di vê lînkê de heye û navê wê KURDISTANA MEZIN e, lê navê ya jorîn KURDISTAN e û Efrîn tê de tuneye.

Efrin di vê de heye: https://www.google.com/maps/d/u/0/viewer...

Heval Shad Ger li Nexşeyên Googlê mirov li nexşeya Kurdistan bigere, tenê başûrê Kurdistanê nîşan dide.
Demek Rudaw rast dibêje.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE