12 december 2018

Fermo ev jî koleksiyona tizbiyên min




Ez ji tizbiyan pir hez dikim, li welêt bûma nuha bi sedan tizbiyên min hebûn. Lê di vê tunebûnê û mehrûmîyetê da dîsa jî min çend heb top kirine. 

Lê belê li Swêd atmosfera tizbîkişandinê tuneye. Lema jî kêm caran didim destê xwe û dikşînim. Lê di bêrîka min da jî be kêfa min jê ra tê. 


Îro min hemû tizbiyên xwe ji kîsikê wan derxistin û li kêleka xwe bi darda kirin. 

Bi vî hawî ezê her roj wan bibînim û bi dîtina wan kêfxweş bibim. 

Hêvî dikim jimara wan zêde bikim...
Yê bixwaze kane tizbiyekê koleksiyona min zêde bike...


Rismê sisiya jî rismê xezalekê ye, îro dema ez û xanim digeriyan cotek rastî me hatin, heta min telefon ji bêrîka xwe derxist yekê baz da...




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE