17 december 2018

Dawiya dawî zivistana Stockholmê hat


Îro di vê sar û sermê û berfê da ez û xanim çûn bajêr, em çend saetan ji xwe ra di nava Stockholmê da geriyan. Em nuh hatin mal.

Sar bû, lê me xwe baş jida bû. Kurd dibêjin sar e, serma ye, potik bav û bira ye.

Me jî li gor vê şîreta pêşiyên xwe tedbîra xwe girtibû. Lê erd şematok bû, li çend ciyan ez jî û xanim jî şemitîn, lê xwedê kir em neketin. 


Haya me ji me hebû, em tim bi semt dimeşiyan.

Wê salê ez carê ketim, destê minê rastê di bixawiyê da şikiya. Çend hefteyan di alçiyê da ma û hîn û hîn jî tam baş nebûye.

Di rojên wiha da dibê meriv li xwe miqate be, em kal bûne, hestiyê me dereng dicebire.

Ji bo neşemitim min ji xwe ra zincîra wek mestê dikeve solê, ya jî mesta bi mîx kiriye. Qayişek bi mîx e, rojên erd cemidîbe dikim sola xwe, gava ew di nigê min da be naşemitim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE