19 december 2018

Amerîkayê careke din bi kurdan ra îxanet kir !


Ji beyanên Trump û Qasra Spî wer xuya dike Amerîka ewê careke din jî bi kurdan ra îxanetê bike. Gotinên Trump û beyana Qesra Spî îşareta vê îxanetê û namerdiyê ye.

Qesra Spî bi beyanekê gotiye di demeke herî kin da ewê leşkerên xwe bi temamî ji Sûriyê vekişînin.

Trump jî gotiye sebebê hebûna wa nya li Sûriyê  Daîş bûye û wan Daîş têk biriye, lema jî ew ji Sûriyê bi temamî vedikişin.

Ev jî tê maneya Tirkiye di nêz da ewê êrîşî ser kurdan û dagirkirina rojava bike. Rûsyayê jî li Efrînê eynî tiş kir, wa ye Amerîka jî wê îxanetê dubare dike.

Vekişîna Amerîka ji rojava bi vî rengî bêexêlaqî û namerdiyeke nedîtîye. Dewleteke bi namûs û bi şeref mitefikê xwe yê salan bi vî rengî nafroşe.

Herçî têkçûna Daîşê ye bi temamî vireke ji serê Trump mezintir e. Daîş hinekî zeîf ketiye lê qedandin vir e. 

Bi hezaran Daîşî û îslamîst di bin destê Tirkiyê da ne û Tirkiye sibe ewê wan bişîne ser kurdan. Yên di bin destê Tirkiyê da tenê navê wan ne Daîş e, lê di rastiyê da hemû jî Daîş in. Tur ferq di nabêna Artêşa Azad û Daîşê da tuneye, navê wan cihê ye, hewqas .

Diyar e Tirkiyê ji bo rojava dagir bike û kurdan qetil bike Amerîka kirî û him jî pir erzan.

Lema ji do da ye Tirkiye li ser sînorê rojava mewziyan dikkole. Mesele ev, Tirkiyê û Amerîkayê li hev kirine.

Îro di medyaya tirk da xebereke biçûk hebû, digot Pentagonê firotina patrîotan ya Tirkiyê bi 3, 5 milyar dolarî qebûl kir.

Tiştê ez û gelek kurd jê ditirsiyan ev îxaneta Amerîkayê bû, destê min tim li ser dilê min bû. 

Lê min bawer nedikir Amerîka vê namerdiyê hewqasî zû û wiha ji nişka ve bikin. Min digot demeke din jî ewê ji Sûriyê venekişin.

Lê bextê dewletan tuneye. Bi taybetî jî gava kurd be dewleta bi kurdan ra îxanetê neke tuneye.


Heger Amerîka bi rastî jî hemû leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne û kurdan di nava lepên Tirkiyê da bihêle, dibê kurdên her çar peçên Kurdistanê stratejiya xwe ya azadiyê ji kok da biguherin û li hin riyên nuh bigerin. 

Beyana Qesra Spî
Beyana Trump

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE