30 november 2018

Tirkiye di warê belavkirina nûçeyên derew da li dinyayê welatê herî virek e.



Li gorî rapora ”Reutersê ya 2018a ya Nûçeyên Dijîtal” di warê xeberên dîjîtal da Tirkiye welatê herî bêtir gilî lê hatiye kirin.

Yanî medyaya tirk, li dinyayê medyaya herî virek e. Û ev vir jî bi emir û ji ber tirsa hukûmetê tê kirin. Çimkmî ji sedî 90ê medyaya tirk girêdayî hukûmeta AKPê ye.


Di warê belavkirina xeberên derew da medyaya îslamî serkêşiya derewkariyê dike. Di tarîxa Tirkiyê da tu grûb, tu medya bi qasî hêzên îslamî ne virek bûye, hêzên îslamî kûreya derewan in, herî kêm ji sedî 90ê tiştên dibêjin û dinivîsin derew in…
Tirkiyê di warê nûçeyên derew de di rêza yekemîn de ye

XXX
Ev bêperwayî, çavsorî û êrîşkariya Tirkiyê ya ser kurdan hinekî jî ji ber bêdengiya Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî ye. 

Ji ber ku ew li hemberî bêqanûnî û terora Tirkiye ya li hemberî kurdan dengê xwe nakin, Tirkiye bêtir cesaretê digre, bêtir har û çavsorî dibe.

Heger eynî zulm Sirbîstanê, Yûnanîstanê li hemwelatiyên xwe, li xelkê swîl bikirana, Yekîtiya Ewrûpayê ewê qiyamet rakira. Ewrûpa ewê wiha bêdeng nema.

Lê ji ber ku zulimkar Tirkiye ye Yekîtiya Ewrûpayê, dewletên ewrûpî xwe kerr û lal dikin, kes ji Tirkiyê ra tiştekî nabêje. 

Di ser da miameleyeke welatekî demokratîk û serokekî demokrat bi Tirkiyê û bi Erdogan ra dikin. Naxwazin dilê Erdogan ji xwe bihêlin. Berjewendiyên xwe yên aborî di ser demokrasiyê, mafên mirovan û normên exlaqî ra digrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE