26 november 2018

Temiya diya min !


Diya min li Diyarbekrê dimîne. Nuha(do êvarî, 25/11) pê ra peyivîm. Pîreka mezin e, hinekî nexweş e. Wek her tim dîsa ji min ra barek dua kir û di dawiyê da got:

"Ev temî û wesiyeta min e li te, ez mirim jî neyê, şîrê min li te xweş helal be ! Hema li wir duayekê ji min ra bixwîne bes e. Gunehê min li stuyê te neyê, ewê te bigrin. Te bigrin heta mirinê bernadin. Bi hezaran însan di hefsan da dirizin. Meytên wan jî nadin xwediyên wan…"

Ez pir li ber vê tirsa di dilê wê da peyda bûye ketim, min got dayê wan tiştan ji xwe ra neke derd, tu li rehetiya xwe binêre. Lê wê tim bi israr got neyê…

Diya min gelek rojên giran dîtine, lê tu carî wesîyeteke wiha li min nekir, tu carî negot ez mirim jî neyê, tu carî tirseke hewqasî mezin his nekir.

Ez pir pê êşiyam, lê naxwaze di rojên xwe yên dawî da min di hefsan da bibîne, naxwaze bi wê kulê, bi wî derdî here gorrê. Lema jî ji min ra got "ez mirim jî neyê..." !



2 kommentarer:

PARVE BIKE