22 november 2018

Me do li mekanekî debdebe şeveke pir xweş derbas kir



Do êvarî bi xêra xanimê me bi hev ra şeveke pir xweş derbas kir. Do derengê şevê min bi kurtî qal kir û got ezê îro bi bîna fireh binivîsim. Ez mêrê soza xwe me, nuha ezê qala teferûata wê bikim...


Ev saleke xanim jî wek min teqawit(malnîşîn)bûye. Ji ber ku li mektebekê kar dikir, Belediya Stockholmê li Qesra Belediyê li Gyllenasalen (Salona Zêrîn)zîyafeteke mikemel ya qralan da karkirên xwe yên teqawitbûyî. 

Ez jî pê ra çûm. Dawetiye şexsî bû, heqê min tunebû pê ra herim, lê min got ezê biceribînim, bû, ji xwe min kêf kir û nebû jî ezê vegerim malika xwe.

Em bi hev ra çûn, di ketina hundur da problem dernekt, lê piştî em derketin jor rewş hat guhertin. 

Çimkî hemû mase û kursî li gorî şexsan danî bûn. Kî ewê li ku rûne hatibû numrekirin û navê her kesî li ser cî û serwîsa xwarinê nivîsî bûn. 

Salon ciyê Festa Nobelê ye, serwîs jî eynî serwîs bû.
Xanim li ciyê xwe rûnişt û ez mam li hewa. 

Ez bi garsonekê ra peyivîm, min got ez nehatime ezimandin, lê ez mecbûr bûm bi xanima xwe ra werim, nedibû ew bi tenê were, ewê çawa be?

Jinikê got raweste ezê herim şefa salonê bînim. Şef hat, got mesele çi ye, li navê min pirsî, got tu li kîjan dibistanê dixebitî, filan û bîvan.... 



Min got:

- Heyra ez nehatime ezimandin, ez bi xanima xwe ra hatime û dema min bersîv da jî min got em du kes in. Lê wa ye navê min tuneye. Heger dibe ciyekî ji min ra jî çê kin û na ku nabe, ezê herim li derve bizikzikim heta ziyafet, şahî diqede. Bi rengekî wer got dilê jinikê bi xwe şewitand…

Xanimê got: 

-Na na neçe, tişt nabe, ezê hel bikim. Lê belê li ser vê masê cî tuneye. Heger xanima te qebûl dike ezê li ser masa numra 7a cî ji we ra çê kim; li ser wê masê cîyê vala heye…

Min got, mala te ava be, kîjan mase dibe ne muhîm e, ya muhîm tu cî bidî min jî. Bi vî hawî min jî xwe di ber ra kir û li Salona Zêrîn rûniştim.


Belediya Stockholmê kesê 30 salî li dereke girêdayî belediyê(dibistan, krêş) kar kiribe saeteke zêrîn ya jî kolyeke zêrîn didê. Û li Qesra Belediyê jî ziyafeteke mikemel dide karkirinên xwe yên teqawitbûyî.

Xanim, wek karkirike belediyê bi vê minasebetê hatibû ezimandin û min jî xwe pê ve zeliqand…

Qesra Zêrîn li Stockholmê salona herî bi debdebe ye, muhteşem e. 

Ziyafetên resmî lê tê dayin. Li salona jêrî wê ya hîn mezintir, jê ra dibêjin Salona Hişin (Blå hallen)Ziyafeta Nobelê lê tê dayin.

Qesra Belediyê di sala 1911a da çê bûye. Lê Salona Zêrîn, di nabêna 1921-1923a da temam bûye û bi mozaîkên zêrîn û camên pir qîmet hatiye çêkirin. 

Salon 44 mîtro dirêj e, li ser mozaîkên zêrîn gelek bûyer bi sembol û fîgurên tarîxî û rengekî alegorîk hatine çêkirin.


Bêyî ciyekî tarîxî û xwarineke pir xweş, me li zîkeke pir xweş jî guhdarî kir. Koroyeke xortan ji me ra gelek stranên xweş gotin. Stranek ji sedsala 15a gotin. Min ji xanimê ra got, binêre xelk zane ev stran 500 sal berê kê gotiye. 

Ez tim dibêjim, gava ez mîratên xelkê, zanîn, dûzan û arşîva xelkê dibînim dilê min bi halê me dişewite, hîn nuh ez bi rebeniya xwe dihesim.

Di şevê da min çend risim jî girtin, zêde ne baş in lê ji tunebûnê çêtir e….

XXX
Îşev ez ne li mal bûm, lema ji kozika min dengê modeliyê olan neda...
Ez û xanim nuh hatin mal. Îşev em çûn dereke Stockholmê ya herî xweş, herî bi nav û deng.
Me tiştên pir xeweş dîtin, li saloneke qiralan xwarineke qirala xwar. Li muzîkeke muhteşem guhdarî kir.
Lê nuha derengê şevê ye, ez dixwazim sibe bi bîna fire ji we ra qala gerr û seyrana me ya îşev bikim.
Min çend fotograf jî girtin, bi xêr sibe ezê wan jî belav bikim. Nuha hewqas bes e û şevbaş ji we hemûyan ra...
2018-11-21

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE