05 november 2018

Ma tu dibêjî hewqas tişt ez li qursa Quranê fêr bûme?


Xelo rojekê di nava nivînan da ji jina xwe pirsî, got:
-Fatê, min meraq kir, berî em bizewicin, tu dostik mostikên te, tu yarên te hebûn ya na?
Fatê berê xwe bi Xelo da kir û got:

-Law Xelo, bala xwe bide min, mala te tim ne paqij û germ e, xwarina te tim ne hazir e?
Xelo got:
-Erê weleh were ye. Tu baş li malê dinêrî, tu kêmasiyeke malê tuneye.
Fstê dom kir, got:
-Kincên te tim ne şuştîmuştî û utîkirîne?
Xelo dîsa tesdîq kir, got:
-Ez nikanim bextê xwe bavêjim, tu rast dibêjî, ew jî were ye.
Fatê dom kir:
-Baş e di nava nivînan da tu ji min ne memnûn î ?
Xelo got:
-Weleh ez ji te pir memnûn im. Xwedê heye, tu kêmasî û qusûreke te tuneye. Tu bi cîlweyên xwe min har dikî…
Fatê got:
-Ê law sergomeyê totikvala, ma tu dibêjî belkî hewqas tişt ez li qursa Quranê fêr bûme?


XXX
Ez seyis im

Elo seyis bû. Çû nimêja îniyê. Bala xwe dayê bêyî wî kes li mizgeftê tuneye. Mele gava dît cimat tuneye, ji Elo ra got:
-Wa ye bêyî te kes tuneye. Tu çi dibêjî, ez waizê bidim ya na?
Elo got:
-Ez seyis im, ji van tiştan fêm nakim. Ez seyisiyê ji 20 hespan(mihînan) ra dikim. Hemû berivin, bi çolê kevin, yek tenê bimîne jî ezê wê îhmal nekim, tî û birçî nehêlim. Ezê lê binêrim.
Li ser vê bersîva Elo, mele dest pê kir, waizeke dû û dirêj da. Piştî nimêjê mele ji Elo pirsî, got:
-Çawa, waiza min bi dilê te bû, te eciband?
Elo got:
-Ez seyis im, ji waizê fêm nakim. Lê belê ez tu carî êm û ava 20 hespan nadim hespekê û wê nateqînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE