07 november 2018

Dibê hevalên PKKê nekevin panîkê



Biryara Amerîka ya ji bo sê berpirsiyarên PKKê biryareke neheq e. Di praktîkê da  tu maneyeke wê ya mezin tunebe jî lê sembolîk helbet pir muhîm e. 

Lê belê dibê meriv ji bîr neke Amerîka ne îro, ji 1992 ya û vir da ye PKK xistiye lîsteya rêxistinên terorîst. Yanî di heqê hin berpirsiyarên PKKê da biryareke wiha ne ecêb e.


Ya din ma Amerîka ciyê van hersê kesan nizane? Bêguman ji her kesî baştir û him jî bi koordînantên wan zane.

Diyar e biryareke ji bo aşkirina Tirkiyê ye. Çimkî Tirkiye li Sûriyê û li rojavayê Kurdistanê belayek pir mezin e. 

Ev ne ji bo me tenê, ji bo Amerîkayê jî wiha ye. Amerîka dixwaze bi biryareke wiha tirkiyê nerm bike, lê Tirkiyê nerm nabe. Ji reaksiyonên Tirkiyê meriv fêm dike haya Tirkiyê berê ji biryarê tunebûye.

Min do ev biryara Amerîkayê rexne kir, dibê hemû ronakbîr û partiyên kurd jî rexne bikin. Bêdengmayin ne rast e, kêfxweşî şerm e. Mafê Amerîkayê tuneye biryareke wiha bigre.

Mafê hevalên PKKê û her kurdî jî heye vê biryara Amerîka ya neheq rexne bike û fikrê xwe li ser biryarê bibêje. 

Lê belê ev rexnekirin di çarçeweyeke demokratîk da bibe û nekeve qada şîdetê û zirarê nede tevgera kurd ya netewî.

Dibê meriv nekeve panîkê û neyê provakasyona ajanan û li Ewrûpayê tiştên ne li rê neke.

Ev biryara Amerîkayê ne xweş e lê belê nayê maneya Amerîkayê dev ji piştgiriya PYDê û kurdên rojava berdaye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE