27 september 2018

Şîva min a îşev masî ye

Şîva Zanarê Xamo ya îşev, masiyê sorik


Şîva Zinarê Xamo ya îşev, masiyê sorik e. Bi swêdî jê ra dibêjin ”rêdîng”. 

Bi qasî min ji berferatiya bihîstiye dibêjin sorik di Çemê Ferêt da pir e.

Ez ji sorik pir hez dikim. Û helbet pir xweş jî çê dikim. Li mala me yê masî çê dike ez im.


Xanim tenê zane laks(lax, somon)çêke û wiya jî ji in fêr bbûye.

Sorik, masiyekî tam li gorî dilê min e, zêde ne bi rûn e û tahma wî jî ji masiyê spî xweştir e.

Dibê hemû dost û hevalan bizanibin, ji ber xanim ne li mal e ez li xwe naetirim û birçî namînim. 

Min ji bo sibe jî aniye, şîva min a sibe jî sorik e. Dû ra Xwedê mezin e, hela ez binêrim ewê çi were bîra min….


Mahir Kaya Efyetbı

Zinarê Xamo Gelek spas Mahîr. Mala te ava.

Mehmet Sancar noşicanbe memoste

Zinarê Xamo Gelek spas.

Mustafa Kalpak Çima şeraba sor?

Zinarê Xamo Li malê ya spî tunebû. Ez ji ya sor hez dikim, lê ev hinekî giran bû.

Mustafa Kalpak Zinarê Xamo belê! ba goştê qelewî a sor; dê vê şeraba te bisitîrya! Noşîcan be dîsa!

Samuel Saumuel Simko Qaso mingo ez îşev venaxum mi şuşate dî dîlêmin bijyayê fikramin guherî

Zinarê Xamo Vexwe lê zêde venexwe. Heger xanim heye bi hev ra vexwein, xwarin û vexwarina bi hev ra xweş e.
Tenêtiya min ji mecbûrî ye.

Samuel Saumuel Simko Xalo ez bi satla vexwum ez jê têrnabim ma kanim hindik vexwe.

Niyazi Cetinok Noşīcanbe birayěmin.Şůnaminjī bixwe,vecwe.Silav

Zinarê Xamo Gelek spas birayê delal. Mala te ava.

Reşad Ozkan 007! Şeraba rêş bi masî?


Behcet Tekinhan Xwesiya te jéte hes dike.

Ramazan Tepeli Evyet be Keko. Arak bi masî zêdetir baş dehere.

Sabahattin Korkmaz Noş û efîyeta te be keko. Sofra te nagîje şekala sofra Eyûp axayê Karageçîya, lê axirê îdare dike De ku tu hatî welat em ê rojekî bi ser Eyûb de bigrin, heyfa van halanan jê bistînin.

Zinarê Xamo Erê bi Xwedê tu rast dibêjî birayê ezîz. Eyûb axayekî eşîra Qeregêçiya ye, ez feqîrê Xwedê teqawidekî kurdê mahcir im. Dibê ferq hebe...
Lê wê salê min berxekî wî xwar...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE