28 september 2018

Sibe emê bibêjin xwezî bi do



- Ji bo serokkomariya Îraqê kurd dikin hevdu bixwin, YNK dibêje ji min ra, PDK dibêje ji min ra.

Ev yek ne elameta xêrê ye. Arif Qurbanî şerê li ser serokkomariya Îraqê şibandiye ”bermîlek barûd”.

Rast e. Kurdistan û serokkomariya Îraqê ji bo serok û siyasetmedaran bûye berate û ew jî wek qertel û sîsarkan li ser vê beratê şerê hev dikin.

Ez bi xwe êdî hêvîya tifaqê û yekîtiyê ji partiyên başûr nakim û tiştekî wiha ji wan napêm. Ew dem li dû ma. Ji nuha û pê da êdî dema berberî, şer û teşxeleyên mezin in.

Du sê hefteyên din, piştî hilbijartina Serokkomariya Îraqê emê pir li van rojan bigerin.
Sal bi sal xwezî bi par.
Hêvî dikim ev reşbîniya min bêbingeh be.

-Heta rêber û serokê me Om be, xwelî ewê tim li serê me kom be.

Lê tu rêber û serok omîtiyê qebûl nake, her kes dibêje Om ne ez im, yê din e.

Lê dibê em ne li Xetîcê, li netîcê binêrin: 
Ma halê me baş e?
Ma em ji hal û ehwalê xwe razî ne?
Ma sebebê vî halê me tenê dijmin e?

-Mecîd Nîzamedîn Gilî, di Rûdawê da gotiye, berê hukûmeta Kurdistanê heyetek dişand lûtkeya salane ya komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî û gelek civînên giring pêk dianîn. Îsal yek nûner û rayedarê kurd beşdarî vê lûtkeya giring nebû.

Ne hukûmet û ne jî YNK û PDK tu heyet meyetan naşînin ji ber ku ketine bedena hev û ji ber ku yek alî jî naxwaze li dijî Îraqê, Îranê û Tirkiyê gotineke ne xweş bibêje. Ji dêlî ku li hemberî dijminên xwe dîplomasiyê bikin, her kes dixwaze dilê dijminê xwe xweş bike û piştgiriyê jê bigre.

Bi van serokan em nagihîjin tu deran
Mecîd Nîzamedîn Gilî jî di nivîsa xwe da eynî tişt gotiye…

-Dibê meriv qebûl bike patron pir jîr û jêhatî ye. Kî di dewsa wî da bûya ji zû da di bin kilîtê da bû. Mêrik bi hewqas sûc û sabiqên xwe jî, bi zor xwe bi dinayê dide qebûlkirin û xûgiyê ji her dewletê jî digre. Her kes ji tirsa qûna xwe wî dide ser serê xwe, jê ra sujde dibe.
Serokkomar wek bermîleke barûdê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE