09 september 2018

Dibê em li mirina zimanê xwe temaşe nekin



Li ser asîmîlasyona kurdên Kurdistana Bakur ne hewceye em zêde dirêj bikin, galgalên zêde bela sebeb e, dijmin dixwaze kurdan bike tirk û ji bo vê jî her rê yê, her metodê û zorbatiyê bi kar tîne.

Yanî em nêta dijminê xwe baş zanin.
 
Ya muhîm tiştê em bikin çi ye?


Bi baweriya min tiştê em bikin pir vekirî û basît e: dibê em bi zarokên xwe ra, bi hev ra bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin. 

Dibê hemû dan û stendinên me, civînên me, medya me ne bi tirkî, bi kurdî be. Kesên bi kurdî nizanin nekin berpirs, siyasetmedar û serokên xwe.

Bi vê yekê helbet em nikanin sedîsed rê li ber asîmîlasyonê bigrin. Lê jimareke biçûk be jî bi vê rêyê em kanin kurdî (zazakî, kurmancî) ji nifşekî derbasî nifşekî din bikin.

Em zanin gava zarokên miletekî bi zimanê xwe mezin nebin ew ziman mahkûmî mirinê ye.

Lema jî dibê em bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, wan bi kurdî mezin bikin. Wek dê û bavên me, em bi kurdî mezin kirin, gerek em jî wan bi kurdî mezin bikin. 

Heger dê û bavên me bi me ra bi kurdî nepeyivîyana nuha me ev ziman nizanîbû. Em ji dû û bavên xwe fêr bûn, dibê zarokên me jî ji me fêr bibin. 

Heger em wiha nekin, yanî em bi zarokên xwe ra û bi hev ra bi kurdî nepeyivin û zimanê xwe yê rojane, siyasî û edebî nekin kurdî, kurdî mahkûmê mirinê ye, tiştê hat serê lazan û qewmên din ewê were serê me jî.

Çendakî berê berpirsiyarekî PAKê fikir û pêşniyarên min ên li hemberî asîmîlasyonê ji min pirsî, got meriv kane çi bike?

Min bi kurtî got, dibê meriv di dan û stendinên xwe da, di civîn û sohbetên xwe da ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive û bi kurdî binivîse, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyive.

Yên bi kurdî nizanin fêr bibin.

Lê ji bo ku meriv ji xelkê ra bibêje bi kurdî bipeyivin, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, dibê meriv berê bike. Dibê partiyên kurd, siyasetmedarên kurd, ronakbîrên kurd ji xelkê ra bibin numûne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE