30 september 2018

Di dawiya umrê xwe da bûm keraşo jî



Îro ez keraşo bûm. Piştî çûna xanimê ev cara pêşî ye dibim keraşo. 

Min digot belkî heta xanim were Rojen ewê min îdare bike.

Lê hesabê min şaş bûye.

Camêr danê nîvro ji min ra got, ” bavo, tu yê kincên xwe kînga bişo, nuha ya jî bi şev?”


Ez hinekî şeqizîm, devê min li ber hev ket, lê min zû xwe topî ser hev kir. 

Min got, nuha bişom çêtir e. Lê hewcadariya min hinekî bi alîkariyê heye. Xêra xwe were nîşanî min bide, bêxwediya vê cilşoyê (kincşoyê, makîna kincşuştinê) çawa dixebite.

Mala wî ava be, camêr kîjan kinc ewê bi kîjan programê were şuştin bi detay(hûrgilî) nîşanî min da û got ”piştî te kincên xwe xist makînê, tu yê pê li vê, li vê û li vê bişkokê kî” û derket oda xwe.

Vira Swêd e, her kes karê xwe dike, kes kincên kesî naşo. 

Xanima min ne tê da, ew tiştekî din e. Ji berê û ber da min ew kar xistiye stuyê wê.

Ez mam di kincxanê da tik û tenê.

Wek ji min ra hatibû gotin, min kincên xwe yên ewê bi 40î  û yên bi 60 werin şuştin ji hev girtin û yên 40î xist makînê û pê li bişkoka(qumçeya) bixebite, dest pê bike(startê)kir.

Lê ji şansê minî xerab ra makîne nexebitî. Got ez dimrim û naxebitim…

Hin îşaretên ecêb xuya kirin.

Heyecanê ez girtim !

Min pê li vê pişkokê kir, nebû, pê li ya din kir nebû. Pê li biçkoka  ÎSTOPê kir nebû.

Di ekranê da îşaretên ecêb xwe nîşan dan.

Heyecana min zêdetir bû…

Min dît îş tahlûke ye, her ku ez pê li bişkokekê dikim rewş aloztir dibe…

Ji mecbûrî min ban Rojen kir, min got law were alîkariya min, makîne naxebite…

Hat, bala xwe da ekrana makînê. Bêyî ku ji min ra tiştekî bibêje devê makînê girt û pê li bişkoka startê kir. Makînê wek saetê xebitî.

Min şerm kir.

Min her tişte rast û bêqusûr kiribû, lê min ji bîr kiribû devê makînê bigrim.

Tabî makîna devvekirî nedixebitî…

Nuha ez wê jî fêr bûm, ji bo cilşo(kincşo) bixebite dibê meriv devê wê bigre û pê li her bişkokê neke.

Dawiya fêrbûnê tuneye, ji ber darê dergûşê heta gorrê dom dike.

Xanimê digot ne ez bim tu yê genî bibî, ez pê dikeniyam, min digot tu pir mezin dikî. 

Lê para rastiyê tê heye, ne wek li Kurdistanê meriv kinca di teyştê da bişo ya jî here ber avekê.
 
Keraşotiya Swêd hinekî zor e, jê ra hostayî û zanîna teknîkî lazim e.

Li Kurdistanê, di zaroktiya min da pir rehet bû, te kincên xwe dikir teyştek, bermîlekê û bi desta dişuşt. Û cil û hin tiştên qalind jî te dida ser kevirekî pahn û bi şonik vêdeketî. Hewqas !

Yanî li Kurdistanê di dema min da keraşoyî hewqasî hêsan bû...

Lê nuha ne wihaye. 

Dibê tu kincan ji hev bigrî. 

Dermanan têxî du çavêyên makînê yên rast.

 Devê makînê bigrî.

 Programa rast hilbijêrî.

Û piştî makîne sekinî , îcar jî dibê tu programê biguherînî û bibî ser programa zuhakirinê û 10 deqîqeyan jî zuha bikî…

Ê de were hewqas karî rast bike, qet şaşiyekê jî neke…

Bi gotineke kurt û kurmancî keraşoyî ne karekî hêsan e û weselam…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE