20 augusti 2018

Wehşê Di Hundirê Min De îro gihîşt Stockhomlê



Îro posta min li gorî dilê min bû. Bi karta hilbijartinê(di 9ê îlonê da li Swêd hilbijartin heye) û çend nameyên din ra, kitêba Helîm Yûsif ”Wehşê Di Hundirê Min De ” jî hat.

Min zanîbû ev çend roj in di rê da ye, çavê min li rê bû. Nîhayet îro hat û bi hatina wê pir kêfxweş bûm. 

Min nêt heye ya îşev û ya jî sibe dest bi xwendina wê bikim. Lê min hîn biryara xwe nedaye. 


Dixwazim dest pê bikim û di nava rojekê ya jî du rojan da biqedînim. Wer baştir e. Gava piço piço dixwînim zincîra bûyeran di serê min da qut dibe, tiştê dixwînim ji bîr dikim.

Ez ji çapê û ji mîzanpajê fêm nakim, lê wek xwendevanekî  bi baweriya min li gorî Tirkiyê û îmkanên weşanxaneyên kurdan çap û mîzanpajeke baş e. Qapax(berg) jî li gorî nav û naverokê surrealîst e û maqûl e.

Berhemên Helîm  Yûsif yên min xwendine hemûyan jî ez veciniqandime, min gotiye yaha, meriv kane wiha jî, bi vî çavî jî li mesela binêre. Tim ji zawîyeyeke xerîbê min  li mesela nêrîye û ev yek jî kêfekê dide min.

Hela ez binêrim bi ”Wehşê Di Hundirê Min De” ewê çi surprîzê pêşkêşî min bike…

Tiştê ez hinekî matmayî hîştim çima roman îmze nekiriye?

Gelo yekî din şandiye, ji bîr kiriye, ya jî nexwestiye îmze bike? Nizanim sebeb çi ye lê îmzekirîbûya xweştir bû.
Lê dîsa jî mala camêr ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE