25 augusti 2018

Li ser kurdên Azerbêcanê kitêbeke pir hêja



Qapaxa/berga pêşî ya kitêbê

Weşanxaneya LÎSê li ser kurdên Kafkasan 3 berhemên gelkî hêja çap kirine.

1. “DI SEDSALA 19’EMÎN DE REWŞA KURDAN, N. A. XALFÎN”
2. “KURDÊN AZIRBÊCANÊ, A. BUKŞPAN”
3. “KURDISTANA NÛ, M. S. LAZAREV, Y. Î. VASÎLYEVA, M. A. HASRATYAN, O. Î. JÎGALÎNA, ŞEKIROYÊ XUDOYÊ MIHOYΔ.


Wergerê kitêban Têmûrê Xelîl berê ev hersê berhem jî wek rêzenivîs(tefrîqa) di malpera krd.riataza.com da weşandiye.

Nuha ev hersê berhem jî ji alî weşanxana Lîsê ve wek kitêb hatine weşandin. 

Lîsê bi weşandina van berhemên li ser kurd û Kurdistanê û kurdên Kafkasan karekî pir baş û pir hêja kiriye. Mala nivîskaran, wergerê kitêban Têmûrê Xelîl û Lîsê ava be.

Têmûrê Xelîl li ser çîroka werger û çapkirina wan agahiyeke pir hêja daye, gotiye:

”Welatparêzekî ji Qerekilîsê (bi tirkî: Ağrı) bi navê Mustafa Kilicaslan, ew beş dixwendin, ji kêfxweşîyê wek dibêjin lingên wî erd nedigirt û rojekê jî biryar kir sponsorîya van hemû berheman bike, da ku ew derkevin ronahîyê. Ronahîdîtina van hersê berheman jî bi saya serê wî welatparêzî ye.”

Di nava hersê kitêban da ya herî bêtir bala min kişand û ez wê meraq dikim û dixwazim bixwînim, kitêba bi navê ”Kurdên Azirbêcanê” ye.

Li ser Kurdên Kafkasyayê gelek lêkolîn hatine kirin, gelek nivîs hatine nivîsîn. 

Û ji wan bi xwe jî, bi taybetî jî ji teref kurdên ermenîstanê ve li ser tarîx, ziman, folklor û muzîka kurdî gelek berhemên nemir hatine nivîsîn. 

Ev yek ji alî hemû kurdan ve tê zanîn.

Di nava kurdên Kafkasan da herî kêm, em kurdên Azerbêcanê nas dikin, zanîna me ya li ser kurdên Azerbêcanê pir kêm e û ya heye jî negatîf e; asîmîle bûne û wek kurdên Ermenîstanê tu tişt nenivîsîne, ji kurdan ra tu mîratek li pey xwe nehîştine.

Bi qasî meriv ji nivîsa ”Ria Taza” fêm dike, di kitêba ”Kurdên Azirbêcanê” da li ser kurdên Azerbêcanê  gelek zanînên hêja û asasî hene. 

”Kurdên Azirbêcanê kî ne, ji ku hatine, li ku dimînin, bi çi karî re mijûl dibin, têkilîyên wan ên bi derdora wan re çi ye” û gelek agahîyên din hene.

Ji bo naskirina kurdên Azebêcanê û tarîxa wan û rewşa wan ya îro, qismî be jî ev kitêb ewê kêmasiyekê ji ortê rake û hin agahiyên heta nuha me nizanîbş bide me. 

Ji bo em bizanibin kurdên Azerbêcanê çima asîmîle bûn, çima wan jî wek kurdên Ermenîstanê nasnameya xwe neparastin û wek wan berhem nedan, ev kitêb ewê zanînên muhîm bide me.

Giringîyeke kitêba "Kurdên Azirbêcanê", kitêb raporeke li ser wan e û di sala 1932a da ji alî serokê komîsyona raporê A. Bukşpan ve hatiye nivîsîn.

Loma jî bi derketina vê kitêbê ez pir kêfxweş bûm. Ancax bi berhemnên wiha em kanin xwe û tarîxa xwe nas bikin û bizanibin çima em ketine vî halî û kî bûne sebebê vê rewşa me ya malwêran û kambax.

Spas ji bo hemû kesên ked dane van berheman.
Lînka malpera "Rîa Taza"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE