06 augusti 2018

Kurdekî din xelat girt

Cemîl Turan bazidî
Foto ji Basnewsê hatiye girtin


Hefta borî di 1ê tebaxê da Koçer Bîrkar li Brezîlya li Rîo de Jeneiroyê Xelata Fileds girt. Xelata Fileds di matamatîkê da xelata herî girnabuha ye.

Nuha jî Cemîl Turan Bazidî bi romana xwe ya bi navê ”Navê min Azad e” Xelata Taybet ya Akademîya UNESCO girt. 


Roman li ser drama malbateke ji komkujiya Helebçê xelas bûye û dixwaze Çemê Merîçê di ser Yûnanîstanê ra here Ewrûpayê. Azad derbas dibe, lê tirk dê û bavê Azad digrin, nahêlin derbasî Yûnanîstanê bibin,  wan paş da dişînin Îraqê.

Cemal Turan Bazidî li çîroka romana xwe û trajediya Azadê bûye qehremanê romana wî di  Basnewsê da wiha gotiye:

“Min lehengê romanê Azad li Parîsê nas kir. Roman li ser drama malbateke ku piştî jenosîda Helebçê ya sala 1988an ji neçarî ji Kurdistanê koç kirin e. Ew dayik, bav, keç û kur ewilî derbasî Îranê dibin û piştre diçin Tirkiyê. Ew malbat bi rêya çemê Merîç hewl didin derbasî Yewnanistanê bibin û ji wir biçin welatên din ên Ewropa. Lê tenê zarokê bi navê Azad dikare derbasî Yewnanistanê bibe û dayik, bav û xwîşka wî li aliyê Tirkiyê tên girtin û tên vegerandin bo Iraqê. Ji malbatê re jî gotin ku zarokê wan Azad di çemê Merîç de xeniqiye. Hevalekî min yê xelkê Yewnanistanê li Parîsê ji min re got zarokekî Kurd heye li vir tê dixwazî pê re biaxive. Ez jî bi Azad re axîvîm û çûme Parîsê û wî jî çîrok û drama xwe ji min re vegot.”

Cemîl turan Bazidî gotiye ” Min ev xelat li ser navê hemû miletê Kurd wergirt. Ev xelat a gelê Kurd e. Berî niha jî min xelat wergirtin. Ev berhem navgîn û rêyek bû ji bo vegotina dram û rewşa koçberan.” 

Ez Cemîl Turan Bazidî pîroz dikim û jê ra serketinên nuh dixwazim. Gelek spas ji bo vê berhema hêja. Miletê kurd bi Cemîl Turan Bazidî, Koçer Bîrkar û kesên wek wan serbilind in. Mala we ava be.


Lînka nivîsa Basnewsê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE