12 augusti 2018

Her bijî paşayê me!



Di wext û zemanekî da paşayek(padişahek) hebû. Erê paşa bû, her tiştê wî hebû, xwedî qesir û qonax bû, lê dîsa jî ne bextewar û dilşa bû. 

Lê gelê wî pir kamran û dilşad bû, her kes ji halê xwe memnûn bû. Kesî ji halê xwe, ji jiyana xwe gazin nedikir.


Paşa bi vê bextewarî û şadîmaniya gel aciz bûye, emir û ferman daye, gotiye zû leşkerekî bidin ber pirê, kî di ser pirê ra çû hat bira lêxe, têr bihingêve. Bira canê wan hinekî bişewite ji bo ku hewqasî bextewar û dilşa nebin.

Tavilê emir û fermana paşê anîne cî, leşkerek danîne ber pirê û wî jî yên yên di ser pirê ra çûne û hatine sîle kiriye, têr li wan xistiye.

Lê belê milet bi vê yek aciz û xemgîn nebûye, tew ji berê bêtir kêfxweş û dilşa bûye.

Paşa matmayî maye, gotiye leşkerekî jî deynin serê pirê yê din, bira li herdu aliyan jî wan bidin. 

Tavilê fermana wî bi cî anîne, leşkerek jî danîne wî seriyê pirê.

Îcar kî di ser pirê ra derbas bûye, him li vî sere pirê û him jî li serê din kotek xwariye, ji alî leşkeran ve hatiye sîlekirin.

Lê vê yekê jî milet xemgîn nekiriye, însan tew hîn kêfxweş û bextewartir bûne. 

Paşa ji hêrsa dîn bûye, gotiye leşkerekî jî deynin ortê pirê, bira li sê ciyan li wan xin.

Wek paşê emir kiriye wer kirine. 

Îcar milet tew dest bi şahiyê û reqsê kiriye, însanan ji kêfa govend gerandine.

Meraqa paşê zêdetir bûye, ji bo ku sebebê vê bextewarî û dilşadiya milet fêr bibe, çûye ketiye nava milet, li wan guhdarî kiriye, gotiye ji bo çi hûn hewqasî bextewar û dilşa ne?

Her kesî bi hev ra gotiye:
-Ji bo ku em ji te pir hez dikin û ji te pir memnûn in loma! Her bijî padişahê me ! Xwedê te ji serê me kêm nek… 

Lê em ji te tiştekî dixwazin, ji bo ku em hinekî din jî bextewar û dilşad bibin çend leşkerên din jî deyne ser pirê….

Li Tirkiyê însan ji birçîna dimrin lê hîn jî ji Erdogan ra li çepikan dixin, dibêjin her bijî serokê me, em ji te pir hez dikin !

Tirkan ev rejîm heq kirine.

Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne. 

Ev miletê irqçî, faşîst û neyarê kurdan ev jiyana rezîl misteheqê kiriye…

Û yê me jî ji xwe heta em bindest bin, halê me ewê tim halê kûçikan be…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE