20 augusti 2018

Çîroka Nemrûd û mûriyê



Çîroka Nemrûd û mûriyê(gêrikê) û Hz. Îbrahîm, çîrokeke mîtolojîk ya gelkî meşhûr e û bi çend hawa tê gotin.

Di varyanta wê ya herî zêde belav bûyî da Nemrûd, Hz Îbrahîm davêje nava êgir û gumgumok jî ji bo ku êgir gurrtir bike pifî êgir dike. Marîjok jî ji bo ku êgir vemrîne avê lê dike.


Di variyanteke din da mûrî/gêrik di dewsa marîjokê da ye, ew avê li êgir dike. 

Li gorî vê vayantê Nemrûd emrê şewatandina Hz. Îbrahîm da. Ji bo Hz. Îbrahîm bişewitînin êzing li meydanê kirin komeke pir mezin û agir berdanê. 

Agirekî hewqasî gurr û pir bû, pêlên êgir berberî asîmanan bû. Hemû çûk, teyr û tû ji bo neşewitin ji wan der û doran reviyan. 

Nemrûd dixwest bi wî agirê pir, hukimê xwe, mezinahî û zalimiya xwe nîşanî her kesî bide. 

Leşkerên Nemrûd, Hz. Îbrahîm bi mencenîqî ve kiribûn û dikirin bavîtana orta wî agirê pêlên wî berberî asîmanan dibû. 

Tam di wê nabênê da gêrikek(mûriyek) dilopek av di dev da bi lez bi alî êgir ve diçû. Gêrikeka din li hemberî vê telaşa wê şaş ma û jê ra got:

-Te xêr e, tu wiha ku da dilezînî?

Gêrika bi telaş diçû, dilopa ava di devê xwe da kir nava pepikên xwe û got:

-Ma haya te jê tuneye ? Nemrûd dike Hz. Îbrahîm bişewitîne. Ez avê dibim ji bo ku êgir vemrînim.

Gêrika din keniyaye û gotiye:

- Ma te nebihîstiye agir çiqasî mezin e? Ma te qet bala xwe neda pêlên êgir çawa berberî asîmanan dibe? Dilopek  ava te ewê çi tesîrê li agirekî hewqasî mezin bike?

Gêrika dilopa  avê dibir gotiye:

-Bira be, ez zanim bi dilopa ava min agir venamire, lê ewê xuya bibe ez ji kîjan alî me.

Yanî ya muhîm nêt e, dilpakî ye,  ne netîce ye. 

Nîşandana meriv bi kê ra ye û li dijî kê ye pir muhîm e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE