18 juli 2018

Rewşa Awarta ji bo kurdan dibe daimî



Rewşa Awarte sibe li Tirkiyê û li Kurdistanê xwedêgiravî sibe radibe, lê di piraktîkê da bi biryarnameyeke nuh ya 26 xalî li Kurdistanê û ji bo kurdan dibe daimî.

Yanî meriv kane bibêje ji bo kurdan sibe ewê ji îro, 19ê mehê ewê ji 18ê mehê di her warî da gelkî xerabtir be û Rewşa Awarte jî êdî daimî ye.


Hukûmeta Erdogan ji bo kurdan hin qanûnên taybet hazir kirine û sibe ewê di meclîsê da werin qebûlkirin. 

Ev qanûnên nuh ji yên Rewşa Awarte pir girantir û pir xerabtir in. Walî û amirên mulkî ewê kanibin 15 rojan çûn hatina bajarekî yasax bikin, nehêlin ne kes ji bajêr derkeve û ne jî kes here bajêr. Yanî tu yê nikanibî herî mala xwe.

Li gorî vê biryarnameya nuh polîs ewê kanibe yekî bikuje û neyê girtin û mahkimekirin. Dozger ewê nikanibe dozê veke. 

Ji bo dozvekirinê dibê walî, berpirsiyarên dewletê destûrê bidin.

Bi kurtî meriv kane bibêje li Tirkiyê û li Kurdistanê jiyana her kurdî êdî jiyaneke êsîrî û zindanî ye. 

Êdî ne ewlehiya canê tu kurdî heye û ne jî ya malê wî. Li gorî qanûna nuh dewwezîrek kane her kesî ji kar derxe, kane heta erebeya bin kurdekî jî jê bistîne, wî ji mala wî jî derxe û bera kuçê bide.

Yanî canê kurdan jî û malê kurdan jî êdî yê dewleta tirk e, yê hukûmeta Erdogan e, ew çawa bixwazin ewê wer bikin.

Ji bo ku em kanibin li hemberî vê wahşetê tiştekî bikin û dengê xwe bigihînin dinyayê dibê rast, çep hemû partî û hêzên siyasî xwe bidin ser hev û cepheyeke netewî ava bikin, bi hev ra hereket bikin. Bi hev ra rêyên micadelê bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE