21 juni 2018

Heta kurd bêdewlet bin tim ewê perîşan û êsîrên tirk, ereb û ecem bin !




Heta çend sal berê keç û lawên kurd wek îro dixwazin, dewleteke kurd nedixwestin. Lê xort îro êdî dibêjin bêdewletî bindestî ye, koletî ye.

Îro ez dibînim di nava kurdan da, bi taybetî jî di nava xortan da jimara kesên dewleteke netewî dixwazin, yên dibêjin bê dewlet nabe, bêdewletî berdewamiya koletiyê ye roj bi roj zêde dibe.


Ev yek hêviyeke xurttir dide meriv.


Ev yek jî nîşan dide nasyonalîzim, kurdperwerî di nava kurdan da xurt dibe. Dibê kurd berî her tiştî û her îdeolojiyê nasyonalîst(milîyetçî)bin, îdeolojiya wan xwestina Kurdistaneke azad be.

Heta kurd nebin xwedî dewlet ji zulmê û tahlûkeya qetlîaman xelas nabin. Îraq li ber çava ye. Ji ber ku ne xwedî dewleteke serbixwe bûn ereban çi anîn serê wan.

Ji bo em ji zulmê û komkujiyan xelas bibin dibê Kurdistana me hebe, dibê dewleteke me biparêze hebe.


Me got xelasiya kurdan di avakirina dewleteke kurd da ye.
Lê ji bo avakirina dewleteke kurd jî yekîtiya netewî lazim e, kurdên ji her fikir û baweriyê û her îdeolojiyê dibê dev ji neyartiya hev berdin û cepheyeke netewî ava bikin, dibê hemû bi hev ra azadiyê bixwazin.

Lema jî heta ji me tê dibê em li rêyên hevkariyê û tifaqê bigerin, dijminatiya hev nekin.


Hin kes bi xîret û fedekar in, ji gelê xwe ra tiştekî dixuliqînin, mîratekê li pey xwe dihêlin, ji bo tarîxê, ji bo nivşên nuh kevirekî didin ser kevirekî.

Miletê kurd bi saya serê van kesên bi xîret û fedekar bûye xwedî edebiyat, kitêb, rojname, kovar û tarîxeke nivîskî.

Hin kes hene qet bi kêrî tiştekî nayên, tiştê jê tê jî nakin. Ne ku nizanin, ne ku nikanin, zanin lê nakin, tembel in.

Kurd ji bo kesê wiha dibêjin, ne dixwe ne dide hevalan, genî dike davêje newalan...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE