20 juni 2018

Dermanê derdê kurdan nasyonalîzim e



Kekê Ahmed Zekî Okçuoglu ronakbîrekî kurdperwer e û haya wî ji tarîxa kurdan û miletên ji bindestiyê azadbûne heye.

Ew baş zane tiştê civak û gelên bindest tîne ba hev, dike netewe (milet) îdeolojiya nasyonalîst e, bêyî nasyonalîzmê ne dîn û ne jî îdeolojiyeke din kane bibe çîmentoyê yekîtiya miletekî û gelekî bike milet û dewlet.


Ji ber ku ew bi vê rastiyê zane gav û saetê ji kurdan ra dibêje dev ji îdeolojiyên dînî û sinifî berdin û bibin miletperwer, bibin kurdperwer.

Îro dîsa bi çend rêzan ev gazî û hawara xwe dubare kiriye. Min ev nivîsa wî ya kin wergerand kurmancî.

”Heta kurd nebin miletperwer(neteweperest, kurdperwer)mahkûm in kole bimînin
Miletperwerî îdeolojiya milet-dewletê ye.
Heta ku milet-dewlet hebe îdeolojiya wê jî ewê hebe.
Gelek, heger dixwaze bibe milet-dewlet ya jî heger dixwaze wek milet-dewlet bimîne, mecbûr e siyaseteke miletperwer(nasyonalîst, neteweperest)bimeşîne.
Rêya herî bi bandor(bi tesîr) ji bo ku meriv nehêle gelek bibe milet-dewlet, dibê meriv nehêle ew gel bibe miletperwer.
Ji ber vê yekê ye tirk bi navê dîn û bi navê sosyalîzmê ji kurdan ra dibêjin miletperwerî xerab e.
Dermanê kurdan miletperwerî ye.
Kurd ancax bi rêya miletperweriyê kanin ji koletiyê rizgar(xelas)bibin.”
2018-06-20
Ahmet Zekî

Li ser mesela dibê kurd nasyonalîst bin û li dora serok û partiyên  nasyonalîst kom bibin min gelek nivîs nivîsîne, ev gazî û hawar min jî gelek caran dubare kiriye. Yên bixwazin kanin di biloga min da bixwînin…

Yekîtiya me, azadiya me û çêbûna dewleteke kurd girêdayî xurtî û zeîfiya nasyonalîzma kurd e. Heger nasyonalîzim di nava kurdan da ji îdeolojiyên sinifî û dînî xurttir bibe, kurd ewê yekîtiya xwe çê bikin û bibin milet û xwedî dewleteke netewî... 

Çimkî ancax îdeolojiya nasyonalîzmê kane kurdên ji her dînî, ji her baweriyê, ji her mezhebê, ji her sinif û tebeqeyê  bîne ba hev.

Û çi heyf tiştê li ba kurdan kêm jî neteweperwerî ye, kurd bi qasî dîndar, rast, çep û komunîst in, ne nasyonalîst in. Ev yek jî dibe sebebê nikanin yekîtiya xwe çêkin û wek miletekî hereket bikin.

Ji bo wê jî dibê kurd li dora serok û partiyên kurdperwer bicivin. Azadiya me di vir da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE