08 maj 2018

Şertê dilşadiyê




Heger hûn dixwazin dilşa bin, tiştekî bikin, ji tiştekî hez bikin û hêvîdarê tiştekî bin. 

Lê ev hersê tişt jî ji bo kesên xwedî dewlet in, kesên wek me kurdan bêdewlet, van hersê tiştan bikin jî dilşa nabin. Çimkî bindest in. Merivê bindest ne xwediyê tu tiştî ye, kole ye.

Ancax azadî û serxwebûn merivê bindest dilşa bike. Ev, şadiyeke rast e û bi lezet e.

Dilşadî û bextewariyên din hemû vala û xeyalî ne.


Zêde dûr û kûr neçin, hema bala xwe bidin Kerkûkê, Şengalê, Efrînê. Hûn dibînin merivên bindest, bêdewlet çi perîşan in. Ne xwediyê mala xwe ne jî.

Merivekî di vê rewşê da nikane bi hebûna xwe, bi mal û milkê xwe, bi evîna xwe dilşa be. Çimkî her tim kane ji wî wî were stendin.

XXX

Berê jî min carê du carana got, heta min berpirsiyar û serokên ENKSê nas nekiribû min nizanîbû li Kurdistana Roava hewqas kesên zû kanin bibin zilamên dijmin hene.

Dengê wan, têkiliyên wan, şelefiyên wan yên bi neyaran ra naskirina wan, rismê kurdên rojava yê di serê min da guhert.

Helbet ez hemû dost û hevalên xwe û hemû canfîdayên ji bo welatê xwe canê xwe didin ji viya bêrî dikim. 

Berê kêfa min pir ji kurdên binxetê ra dijhat, lê ENKSê ev qenaeta min ji kok da guhert. 


Diyar e pirbûna partiyan ne belaseb e, ne elameta xêrê ye, zilamtiya xelkê û ya dijmin bûye sinet, bûye kultur.

Li Kurdistana bakur jî di nabêna partiyên kurd da konfilîkt heye, lê ne bi vî rengî ye, gelş, dijayetî îdeolojîk û siyasî ye.
Li rojva ne wiha ye, cepheyek bûye merivê dijmin û di cepheya dijmin da ye. 

Li Kurdistana rojava yekîtiya kurdan heta çend nifşên din jî ne mimkûn e, heta ev zilamên dijmin sax bin û bepirsiyarên partiya bin yekîtiya kurdan ne mimkûn 

 XXX

-Erê ez ekstrem im. Ji ber ku li vî welatî gelê min di halekî pir xerab da ye ! Li derekê zulm hebe, nalîn jî ewê ekstrem be, îsyan jî !
Yên tên pihînkirin nastirên !

Malcom X

Ev gotinên Malcom X bi qasî reşikên Amerîkayê, ji bo me jî rast e. Dibê her ronakbîr û siyasetmedarê kurd jî bi qasî Malcom X ekstrem be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE