04 maj 2018

Maneya jiyanê û wext



Heger hûn ji jiyanê hez dikin, wexta xwe vala û wek tembelekî Bexdayê, bi tembelî derbas nekin, çimkî wext jiyan bi xwe ye. Wek dareke hişk nejîn, karekî bikin, li zulmê temaşe nekin, bindestiyê qebûl nekin, li hemberî dagirkeran xwe kerr û lal û kor nekin, tiştekî bikin, li pey xwe tiştekî baş bihêlin.

Jiyan cem´a, koma tiştên biçûk e, lê gava tu jê hez bikî mezin dibin. Mezinahiya tiştan ne girêdayî tiştan e, girêdayî hezkirina te ye. Ji karê xwe hez bike, ji micadela xwe bawer bike.


Dibêjin jiyan dişibe kitêbekê. Tu nikanî rûpelên berê hatine nivîsîn biguherînî, lê belê her tim tu kanî ji beşekî nuh dest pê bikî...

Her tişt di wexta xwe da xweş e, dibê meriv her tiştî di wext û zemanê xwe da bike, ne zû, ne dereng. 

Ji bîr neke, ”jiyan wek ava di mista te da ye. Her ku tu dixwazî di mista xwe da bigrî ew diherike û dihere.” Baştir ew e tu li hemberî jiyanê timayê û tirsonekiyê nekî û heqê jiyanê bidî.

Bi boxê rojekê be, nebe manga salekê. Ya muhîm ne jiyaneke çend sal dirêj e, jiyaneke bi şeref e. Jiyana herî bêşeref xiyaneta bi qewmê xwe ra, hevalbendîya bi dijmin ra ye.

XXX
Çima em jî bi qasî ereb û tirkan ne biaqil in?

Kurd ji tirk û ereban ne kêmaqiltirin.

Lê bi qasî tirk û ereban tiştê biaqil nakin, bi qasî ereb û tirkan xwe nas nakin û ne ji xwe ra ne.

Ji ereb û tirkan ra masiyan digrin, ji xwe ra kûsiyan jî nagrin, beqan jî nagirin.

Bi sedhezaran kurdên ji tirkan bêtir bûne tirk hene.
Lê belkî deh tirkên bûne kurd tunene.

Bi sedhezaran kurdên bi faşîst, irqçî û artêşa tirk ra, bi AKPê ra şerê kurdan dikin hene.

Lê deh tirkên bi kurdan ra şerê Tirkiyê dikin tunene.

Bi sedhezaran kurdên wek faşîst û îslamîstên tirk ji kurdên kurdperwer û welatparêz ra dibêjin terorîst hene.

Lê deh tirkên eynî tiştî ji Tirkiyê ra dibêjin tunene.

Bi hezaran kurd bûn Daîş û şerê qewmê xwe kirin, bi sedan kurd kuştin, namûsa birayên xwe revandin û dan qatilên ereb. Serê birayên xwe jê kirin.

Lê 10 erebên bi pêşmerge ra şerê Îraqê û Daîşê dikin tunene.

Min fêm nekir çima em kurd jî bi qasî ereb û tirkan biaqil hereket nakin, çima em jî bi qasî wan ne ji xwe ra ne û bi qasî wan hev û du nagrin?

Aqilê me yê kolektîf çima hewqasî kêm e, çima bi qasî yê ereb û tirka tuneye?





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE