22 april 2018

Tiştê Tirkiye li kurdan dike JENOSîD e !



Tirk bitir bûne, har bûne, pir aşûnî bûne. Heta wek osmaniyan pozê wan neyê firikandin rehet nasekinin. 

Lê nuha kesê pozê wan bifirikîne tuneye. Ew jî bi viya zanin lema jî zêde stûr bûne. Tenê ji Amerîkayê û ji Îranê şayişê dikin û ew jî bela xwe di wan nadin.

Li ber çavê hemû dinyayê JENOSÎDA kurdan berdewam e. Kes dengê xwe nake.

Li gorî tarîfa Neteweyên Yekbûyî ya Jenosîdê jî tiştê Tirkiye tîneseê kurdan jenosîd e. 

Ji ber ku kurd kurd in zulmê li kurdan dikin, dikujin, dikin terorîst, gund û bajarên wan dagir dikin, wêran dikin, didin xelkê. 

Yanî ji bo ku kurdan ji ortê rakin, nefî bikin, bikin tirk bi rengekî sîstematîk her metodê bi kar tînin, her zulmê li kurdan dikin. Li gorî tarîfa Neteweyên Yekbûyî jî ev jenosîd e.


Lê kurd nabêjin ev JENOSÎD e. Haya wan ji wan tuneye.

Serokên kurdan hîn nizanin çi hatiye serê gelê wan...

Wêrnakirina 12 bajarên kurdan ji wan ra ma. 

Li Şirnexê, Cizîrê, Sûrî û Nisêbînê kuştina bi hezaran kurdî di zêrzemiyan da ji wan ra ma.
Dagirkirina Efrînê ji wan ra ma.

Hevalbendiya Daîşî û dagirkirina bajarên Sûriyê ji wan ra ma.

Bi bombebaranên rojane terorîzekirina kurdên Kurdistana Başûr ji tirkan ra ma.
Van tiştan hemûyan kir ku tirk bitir û aşûnî bibin.

Nuha îcar bela xwe di Yûnanîstanê didin, îcar çavsoriyê li yûnanan dikin.

Keşe Andrew Brunson ev du sal in rehîn girtine, ji Amerîkayê berdana merivên xwe dixwazin, dixwazin Brunson bi Reza Zerab û Hakan Atîlla ra teqas bikin.

Heger pozê wan neyê firikandin tirk ewê serê Ewrşpayê pir biêşînin. Ewê li Sûriyê û Îraqê gelek derên din dagir bikin. Ewê her dera Kurdistanê bikin Efrîn...

Ewê ji Afganîstanê, Pakîstanê, Sirîlenqa û Bengalê, Burmayê bi milyonan însanî kom kin û bişîne seer Ewrûpayê...
Ji xwe dikin jî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE