23 april 2018

Em kurd pir reben in



Em kurd miletekî pir reben, pir nezan in. Ne rindikî bi kurdî zanin û ne jî bi tirkî.

Em hewqasî reben in nizanin navekî li ser kêla(kevirê) gorrekê rast binivîsin.

Li kêla/kevirê gorra Mele Husên "Malla Huseyin" nivîsîne.

Tu maneyeke "malla" tuneye. Ne bi kurdî ye, ne bi tirkî ye û ne jî bi erebî ye.


Bi çi zimanî ye û maneya wê çi ye ez nizanim.

Bi kurdî meriv dibêje "mele."

Bi tirkî meriv dibêje "molla".

Bi erebî meriv dibêje "mula".

Lê nivîsa li ser kêla(kevirê) gorrê ne bi kurdî ye, ne bi tirkî ye û ne jî bi erebî ye.
Ev kevir kînga dane nizanim, lê miheqeq ji zû da ye, gelek kesî ev şaşî dîtiye. Lê kesî negotiye ev şaş e, dibê em rast bikin. 

Ya jî kes nizane mele wiha nayê nivîsîn. Axir sebeb çi be, şermeke mezin e, rebeniya me nîşan dide.

Welhasilî kelam em miletekî hewqasî reben in, nizanin navekî, gotinekê li ser kêla gorrekê rast binivîsin.

Lê ne ev tenê ye. Li her gorristanê bi hezaran numûneyên wiha hene.

Li her bajarî bi hezaran tabêleyên bi vî rengî şaş hene û kes rast nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE