11 april 2018

Bersîva rexneyên xwendevanan



Nuha xwendevanekî hindik-rindik û dilxwazekî minê pir ezîz agahiyeke muhîm da min, got ev çend car in ez ji hin kesan dibihîzim, dijêjin ”apê Zina pir caran nûçeyên em di malperan da dixwînin ji nû ve dinivsîne, em naxwazin li wan nivîsên wî binêrin.”

Ev gazineke rast e û di cî da ye. 


Ez li ser hin xeberên di rojname û di medyaya sosyal da belav bûne dinivîsim, li ser wan bûyeran fikrê xwe dibêjim, wan xeberan komentar dikim. Û berê di facebookê, dû ra di bloga xwe da belav dikim. 

Piştî vê rexneya xwendevanan ezê wiha nekim, her tiştê ez di rûpela xwe ya facebookê da belav dikim, ezê di bloga xwe da belav nekim. 

Di blogê da ezê tenê nivîsên taybet belav bikim.

Bi vê rexneya xwendevanan ez kêfxweş bûm. 

Dema kes dengê xwe neke, dema kes fikrê xwe nebêje meriv bi kêmasî û bi şaşiyên xwe nahese. Belkî xwendevanên hindik-rindik naxwazin wer texmîn dikin bi rexneyên wan ewê dilê min bibmîne, lema dengê xwe nakin. 


Lê şaş e, gerek meriv fikrê xwe bibêje. Û ezê jî pê pir kêfxweş bibim.

Li ba kurdan kultura, adeta rexnekirinê kêm e, li ba me cesareta medenî wek li welatên Xerbê zêde bi pêş neketiye.

Meriv ya newêre rexne bike ya jî fedî dike, naxwaze kêmasiya kesê jê hez dike bibêje û bide ruyê wî/wê.

Û helbet kesê tê rexnekirin jî zû aciz dibe, zû xwe di xeyidîne.
Ez bi xwe ne were me, ji rexnebûnê qet aciz nabim, belovacî wê memnûn dibim. 

Ev yek min bi kêmasiyên min dihesîne. 

Ji xwe ne xêra pêşniyar û rexneyên der û dorê bûya ez nedihatim vê nuxtê.

Tenkîd meriv kamil dike, meriv bi kêmasî û şaşiyên xwe dihesîne.

Bi vê minasebetê ez ji hemû dost, heval û xwendevanên hindik-rindik ra dibêjim, fikir û rexneyên xwe yên li ser naveroka hindik-rindik, li ser nivîsên min bêyî teredut bibêjin.
Min tenkîd bikin.

Bi tenkîd û pêşniyarên xwe him feydeyekê bigihînin min û him jî xwe ji nivîsên min yên we aciz dike xelas bikin.
Spas ji bo rexneya we, spas ji xortê rexneya we gîhand min. Mala we ava be.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE