26 mars 2018

Yek digre yek berdide




Serokê Katalonya yê berê Carles Puigdemont li Almanyayê hatiye girtin. 

Li gorî xeberên ajansan dema Carles Puigdemont ji Danîmarkayê diçû Almanyayê ji alî polîsên alman ve hatiye girtin.

Di sala 1986a da ez jî li Puttgardenê hatim girtin û du heftan li Almanya li Oldenburgê girtî mam. Tirkyê navê min dabû Înterpolê. Berê carê li Swêd hatibûm girtin û hatibûm berdan. Li Almanya careke din hatim girtin.

Hemû dewlet kûçikên hev in, kûçik pê li dêla kûçik nake.

Xwedêgiravî Îspanya welatekî demokratîk yê Ewrûpayê ye. Lê hurmetê nîşanîê îradeya, biryara gelê Katalanyayê nade. Zorê bi kar tîne û Yekîtiya Ewrûpayê jî piştgiriyê didin vê zorbatiya Îspanyayê. Çimkî li gelek welatên Ewrûpa eynî problem heye. Lema jî naxwazin rê ji yên di  ra jî ve.

Li her dera dinyayê demokrasî jî, heq jî, edalet jî par û mafê dewletan û xurta ye, ji bêkes û feqîran ra tiştek tuneye.

Katalan bi rêyeke demokratîk, bi rayên milet dixwazin veqetin, di refrandûma serxwebûnê da gelê katalan ji bo serxwebûnê got erê. Û di hilbijartinê da jî partiya serxwebûnxwaz qezenc kir.

Lê Îspanya qebûl nake, zorê bi kar tîne û Yekîtiya Ewrûpayê jî piştgiriyê dide Îspanyayê. Yanî kûçik pê li teriya kûçik nake û weselam…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE